Di encama berxwedana greva birçîbûnê ya 200 rojî de piştî 8 salan parêzer yekemcar çûn Îmraliyê. Di wan pênc hevdîtinên havîna 2019’an Rêberê Gelê Kurd xwest ku grevên birçîbûnê bi dawî bibe ji bo tiştek bi kesî neyê û pêşniyarên çareseriyê pêşkêş kir.

Di payîza 2018’an de du sal di ser re derbas bûbû ku agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nedihate girtin. Herî dawî Ocalan di 11’ê Îlona 2016’an de hevdîtineke kurt bi birayê xwe re kiribû. Dewleta Tirk ji ber berxwedana li Ewropa û Kurdistanê neçar mabû destûrê bide pêkhatina wê hevdîtinê. Destpêkê di 27’ê Tebaxa 2016’an de bi pêşengiya Meclîsa Dîaspora Şengalê ji bo bi lezgînî hevdîtin bi Ocalan re bê pêkanîn û statuya Şengalê li qada navneteweyî bê naskirin li Strasboûrgê greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger dest pê kir. Piştre jî li Amedê tevî parlamenterên HDP’î girseyeke qelebalix dest bi çalakiyeke bi heman rengî kiribû.

Beriya vê demê, malbatê tenê di 6’ê Cotmeha 2014’an de karîbû Ocalan bibîne. Heyeta Îmraliyê jî ji 5’ê Nîsana 2015’an û parêzer jî ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve nekarîn biçin giravê. Di payîza 2018’an de ku hingî rejîma tecrîdê ya li Îmraliyê bêperwa bûbû, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven wê gaveke dîrokî biavêtibûya. Siyasetmedara Kurd Leyla Guven di 7’ê Mijdara 2018’an de di dema darizandinê de ku girtî bû, bi van gotinan wê çalakiya greva birçîbûnê ragihandibûya ku vê çalakiyê wê cihê xwe di dîroka têkoşînê ya gelê Kurd de bigirta: “Tecrîda li ser Birêz Ocalan ne tenê li kesekî, di heman demê de li gelekî tê ferzkirin. Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye. Ez jî parçeyek ji vî gelî me, lewma ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Birêz Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger dikim.”

Wê demê Tevgera Azadiyê ya Kurd jî bi navê ‘Em tecrîdê bi dawî bikin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin’ dest bi pêngaveke nû kir. Piştî daxuyaniya Leyla Guven ku dihate wateya ‘destpêkê’ siyasetmedar, aktîvîstan û welatparêzên Kurd li pey hev ketin greva birçîbûnê. Destpêkê di 21’ê Mijdara 2018’an de li Hewlêrê Nasir Yagiz, piştre jî li Tirkiye û Kurdistanê girtiyên siyasî, di 17’ê Kanûna 2018’an de li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê 14 siyasetmedarên Kurd dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger kirin.

SERDANA DESTPÊKÊ YA 12’Ê ÇILEYA 2019’AN…

Çalakiyên greva birçîbûnê ku ji nişka ve mezin bû û bû rojeva bingehîn a Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê, rayedarên dewleta Tirk matmayî hişt. Destûr hate dayin ku 12’ê Çileya 2019’an Mehmet Ocalan biçe Îmraliyê û kekê xwe bibîne. Lê belê hem çalakgerên greva birçîbûnê hem jî tevgera siyasî ya Kurd bi tedbîr nêzî vê hevdîtinê bûn. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan got, “Hevdîtina bi Birêz Ocalan re ya birayê wî bi tena serê xwe nayê wê wateyê ku tecrîd bi dawî bûye. Hevdîtina ku îro pêk hat girîng e, lê belê divê bi vê yekê re bi sînor nemîne.” Rêveberiya KCK’ê jî bi daxuyaniyekê ji bo vê hevdîtinê got, ‘Hewldana şerê taybet’.

Di 13’ê Çileya 2019’an de ev daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê li ajansan belav bû: “Hevdîtina ku 13’ê Çileyê li Îmraliyê hate kirin nayê wateya bidawîbûna tecrîdê. Lewma zexta faşîst û tecrîda li Îmraliyê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan dewam dike. Ji ber vê yekê bi navê gelê Kurd û Tevgera Azadiyê pêngava me ya berxwedanê ya bi navê ‘Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin’ dewam dike. Hevrê, gelê me û dostên me yên li ber xwe didin divê şaş fêhm nekin. Hevdîtina ku di 12’ê Çileyê de hate kirin hewldanek ji şerê psîkolojîk a desthilatdariya AKP-MHP’ê ye ku ji bo sabotekirina pêngava me ya ‘Bidawîkirina tecrîdê û hilweşandina faşîzmê’ hatiye kirin.”

Dema ku meha Çileyê ya 2019’an qediya, çalakiyên greva birçîbûnê ji bajarên cuda yên Elmanyayê heta Îngilistanê, ji Kanadayê heta Awûstûryayê li gelek navendên cîhanê belav bû. Di 1’ê Adara 2019’an de 7 hezar girtiyên siyasî yıên li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ragihandin ku wan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger kirine. Siyasetmedarên Kurd Selma Irmak û Sabahat Tûncel, Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç jî tevlî berxwedana greva birçîbûnê bûn.

DI 2’Ê GULANA 2019’AN DE DEKLARASYONA DEMOKRASIYÊ

Wan rojan ku berxwedana greva birçîbûnê ketibû rojeva Ewropa û Tirkiyeyê, ji bo Rêberê Gelê Kurd çalkaiyên xweşewitandinê jinûve dest pê kirin. Destpêkê di 27’ê Îlona 2018’an de roja ku Serokkomarê Tirk Erdogan gihîşt Berlînê, ji bo şermezarkirina hevkariya Tirk-Elman û tecrîda li Îmraliyê, li bajarê Îngolstadt ê Elmanyayê ciwanê Kurd ê bi navê Umît Acar bedena xwe da ber agir.

Roja 20’ê Sibata 2019’an vê carê li bajarê Krefeldê yê Elmanyayê Ûgûr Şakar bedena xwe da ber agir. Şakar li nexweşxaneya lê dihate dermankirin di 22’ê Adarê de jiyana xwe ji dest da û 7 girtî bûn xelekên nû ji çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’. Zulkuf Gezen di 17’ê Adarê de, Ayten Beçet di 23’ê Adarê de, Zehra Saglam di 24’ê Adarê de, Medya Çinar di 25’ê Adarê de, Yonca Akici di 9’ê Adarê de, Sîraç Yuksek di 2’ê Nîsanê de û Mahsûm Pamay jî di 5’ê Nîsanê de şehîd bûn.

Di 2’ê Gulana 2019’an de bexwedana gelê Kurd wê tecrîda li Îmraliyê bişikanda. Wê rojê, parêzerên ku 8 salan nekarîn Rêberê Gelê Kurd bibînin hevdîtin kirin û ji Îmraliyê wê bi deklarasyoneke demokrasiyê ya ji heft xalan vegeriyan. Di vê hevdîtinê de ku 6’ê Gulanê hate eşkerekirin, deklarasyona ku tevî sê girtiyên din ên li Îmraliyê Veysî Aktaş, Omer Hayrî Konar û Hamîlî Yildirim ‘ji bo raya giştî’ hate nivîsandin, wê li Stenbolê bi daxuyaniya çapemeniyê ji raya giştî re bihata eşkerekirin.

Deklarasyona ku li dijî şer û dijberiya giran a li Tirkiyeyê û herêmê rê û rêbaza çareseriya demokratîk destnîşan dikir, di heman demê de hêza çareseriyê û bandora Rêberê Gelê Kurd careke din nîşan da. Parêzer 22’ê Gulanê careke din çûn Îmraliyê. Ocalan di wê hevdîtinê de li gel destnîşankirina 7 xalan erh wiha nameyek ji bo çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê nivîsî û ji wan xwest ku çalakiyê bi dawî bikin. Çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê ku gihîştin roja 200’î li ser vê banga Ocalan di 26’ê Gulana 2019’an de bi dawî bûn.

DI HEVDÎTINAN HEMÛYAN DE PÊŞNIYARÊN JI BO ÇARESERIYÊ PÊŞKÊŞ KIR

Di vê navberê de ji aliyê dewleta Tirk jî daxuyaniyeke balkêş a li ser tecrîda li Îmraliyê hate dayin. Wezîrê Edaletê yê Tirk Abdulhamît Gul di 24’ê Gulana 2019’an de ji rojnamevanan re axivî û îdîa kir ku destûrnedana hevdîtina parêzeran pêwendiya xwe bi pêvajoya çareseriyê re nîne û wiha got, “Ne rast e ku li ser pêvajoya çareseriyê bê nirxandin. Ti eleqeya xwe bi hilbijartinên Stenbolê re jî nîne. Bi biryara dadgehê astengiya hiqûqî ya li pêşiya hevdîtinê rabû. Di vê çarçoveyê de destûr ji hevdîtinê, ji serdanê re hatiye dayin.”

Pêvajoya ku dewleta Tirk digot, ‘astengiya hiqûqî bi dawî bûye’ wê heta havîna 2019’an dewam bikira. Wê Rêberê Gelê Kurd tenê sê cara karîbûya parêzerên xwe bibîne, di hevdîtinan hemûyan de jî wê pêşniyarên ji bo çareseriyê bianiya ziman.

12’ê Hezîrana 2019’an: Rêberê Gelê Kurd di vê hevdîtinê de lêgerîna xwe ya li siyasetê bi şêweyê ‘Em li dijî mirinê parastina jiyanê dikin, siyaseta me siyaseta parastina jiyanê ye’ destnîşan kir. Rewşa xwe jî bi van gotinan vegot: ‘Ez lêgerînerê edaletê, azadiyê û rastiyê me. Lê ez siyaseta mirinê nameşînim. Edaleta rastî, demokrasiya rastî, azadiya rastî. Ez 21 sal in li vê derê me. Ez dikim ku bijîm û gelê min bijî.”

18’ê Hezîrana 2019: Rêberê Gelê Kurd di vê hevdîtinê de têkildarî rêbaz û lêgerîna siyasetê destnîşan kir ku divê lêgerîna tifaqa demokratîk a li dijî siyaseta du aliyên dijber û xeta sêyemîn bê temsîlkirin. Her wiha pênaseya Tifaqa Destûra Bingehînî ya Demokratîk pêşniyar kir. Destnîşan kir ku divê siyaseta demokratîk li ser sê hîmên ‘Lihevkirina demokratîk, siyaseta azad û hiqûqa gerdûnî’ bê meşandin.

7’ê Tebaxa 2019: Rêberê Gelê Kurd di hevdîtina dawî de li ser mijara çareseriyê îrade, biryardarî û hêza xwe careke din nîşan da. Di wê hevdîtinê de wiha digot: “Bi hewldaneke bêhempa hewl didim aqlê dewletê analîz bikim. Hewl didim cihekî ji Kurdan re diyar bikim. Ez dikarim di nava hefteyekê de şer û dibetiya şer ji holê rakim. Bila pêşî li min vekin ez dikarim hêa ku di hefteyekê de çareser bike biafirînim. Min gotibû ku ji bo çareseriyê amade me. Divê dewlet jî, aqlê dewlet jî berpirsyarî û ya pêwîst bike.”

ŞEWATA LI ÎMRALIYÊ JI BER ‘SEDEMÊN SIYASÎ’ DERXISTIN

Piştî hevdîtina 7’ê Tebaxê demeke dirêj ji Rêberê Gelê Kurd agahî nehate wergirtin. Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman SOylû di 27’ê Sibata 2020’î de daxuyaniyeke ecêb da. Di bernameya televîzyonekê de bûyerek ku heta wê demê qet nedihate zanîn ji nişka ve eşkere kir. Soylû diyar kir ku li Îmraliyê şewat derketiye û şewat hatiye kontrolkirin. Piştî vê daxuyaniyê di 9’ê Adara 2020’î de Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di bernameyeke taybet a Stêrk TV de li ser şewatê ev daxuyanî da:

“Nêzîkatiya li Rêber Apo bi her awayî polîtîk e, nêzîkatiyek li gorî hiqûqê li hember Rêber Apo nayê nîşandan. Şewata li Îmraliyê hatiye derxistin ji ber sedemên siyasî ye. Tesadûfî nîne. Her kes zane ku Îmrali 24 saetan tê kontrolkirin. Suleyman Soylû ev çima eşkere kir? Gelo dixwaze helwesta Rêber Apo, yan PKK’ê yan jî gelê Kurd biceribîne? Em hîn bi vê nizanin. Lê belê hesabekî polîtîk heye. Ji ber vê yekê şewat derxistin piştre jî li televîzyonê eşkere kirin.”

Kurdên ku piştî daxuyaniya Soylû li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd ketin nava tirs û fikaran dest bi berxwedanê kirin. Di encamê de jî dewleta Tirk di 3’ê Adara 2020’î de destûr da ku malbat biçe Îmraliyê. Têkildarî hevdîtinên malbatên Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş piştî rojekê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê daxuyanî da û diyar kir, “Malbatan ragihandin ku rewşa giştî ya muwekîlên wan baş e û şewatê bandor li wan nekiriye.”

DI SALA 2020’Î DE AXAFTINA DESTPÊKÊ Û YA DAWÎ YA BI TELEFONÊ…

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî 21 salan yekemcar di 27’ê Nîsana 2020’î de bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî. Têkildarî vê axaftinê ku 20-25 deqeyan dewam kir, Mehmet Ocalan ev agahî parve kir: “Serok got ku rewşa wî ya tenduristiyê niha baş e û got ‘Lê belê nizanim ku dema bê çawa be’. Têkildarî rewşa li Başûr diyar kir ku polîtîkaya kuştina Kurdan bi destê Kurdan tê meşandin ku di vir de Kurd tiştekî bi dest naxin. Anî ziman ku gelê Tirk jî ji vê polîtîkayê sûdê wernagire. Diyar kir ku divê PDK jî YNK jî ti tevgereke Kurd nebêje, ’em ê şer bikin, ew ê jî di berdêlê de dewletê bide me’. Destnîşan kir ku ev yek ne tê qebûlkirin ne jî pêk tê. Anî ziman ku divê yekîtiya neteweyî esas be.”

Ji ber şewba vîrûsa koronayê ku tirs û fikar zêde bûn destûr hatibû dayin ku bi rêya telefonê axaftin çêbibe. Di 10’ê Cotmehê de li ajansan hate weşandin ku ev axaftin wê di sala 2020’î de ya dawî be. Ji ber ku dewleta Tirk ragihand ku 6 mehan cezayê qedexeya axaftina bi telefonê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş hatiye birîn.

Sibe: Li cihê ku tê gotin ‘Kes nikare 2 salan lê bimîne’, 21 sal derbas kir…