AMED – Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ji bo şikandina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiriye di roja 188’emîn de didome. Rojiya mirinê ya 30 girtiyên li girtîgehên cuda destpê kirin jî, dewam dike.  Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 8’ê Mijdara 2018’an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger kibû, di roja 188’emîn de didomîne. Bi heman armancê li Hewlêrê berxwedana Endamê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nasir Yagiz di roja 175’emîn de didome. Berxwedana li Strasbourgê ya 14 çalakgeran û li Galler Îmam Şîş jî di roja 149’emîn dewam dike. Çalakiya girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê ku koma ewil di 16’ê kanûna 2018’an de dest pê kiribû, di roja 150’emîn de didome. Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok jî di roja 115’emîn de bi biryardariyek xurt didomîne. Herêm Mehmûd, bi heman armancê li Kelarê ya Germiyanê 80 roj in di greva birçîbûnê de ye. Piştî 1’ê Adarê bi hezaran girtî li girtîgehên Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya wan di roja 74’emîn de berdewam dike.  ROJIYA MIRINÊ YA 30 GIRTIYAN DIDOME   Rojiya mirinê ya 15 girtiyên li girtîgehên Bakirkoy a Stenbolê, Gebze ya Kocaelî, Wan û Amedê di roja 15’emîn de dewam dike. Navê 15 girtiyên di rojiya mirinê de ne wiha ne: Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê; Nesrîn Akgul, Şukran Aydin, Zozan Çîçek. Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê; Ardil Çeşme, Asli Dogan. Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê; Ahmet Anigi, Ozhan Ceyhan, Vedat Ozagar, Îhsan Bulut, Erol Çelîk. Li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê; Engîn Akhan, Enver Durmaz, Ahmet Topkaya, A. Haluk Kaplan û Ferhat Turgay. KOMA DUYEMÎN A ROJIYA MIRINÊ Koma 2’yemîn ku ji 15 kesan pêk tê û di 10’ê Gulanê de dest pê kir jî di roja 5’emîn de dewam dike. Navê 15 girtiyên koma 2’yemîn wiha ne: Li Girtîgeha Kandirayê; Yaşar Cîbaş, Mûhammed Înal, Diyadin Akdemîr, Engîn Kahraman. Li Girtîgeha Tîpa F ya Boluyê; Îbrahîm Dogan, Ahmet Emîn Eren, Mûstefa Taşan. Li Girtîgeha Patnosê; Senar Efe, Bûrhan Şik, Faysel Atak, Şafî Kayhan. Li Girtîgeha Tekîrdag a Hejmara 1; Reşad Ozdîl. Li Girtîgeha Tekîrdag Hejmar 2; Zekî Bayhan, Yilmaz Yildiz. Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê; Saît Ozturk. BERXWEDANA DERVE DEWAM DIKE  Çalakiya Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dersîm Dag a di 3’ê Adarê de, Tayip Temel û Murat Sarisaç ên di 8’ê Adarê de dan destpêkirin dewam dike. Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan, piştî hatin berdan jî çalakiyên xwe li malên xwe berdewam dikin. Çalakiya Sedat Akin ê li Êlihe 128 roj, Gurbet Ektîren 119, Mahsun Şen 130 û Mûrat Aksin 61 roj ên li Dêrika Mêrdînê, Semra Alkan a li Alîaga ya Îzmîrê 128 roj, Îhsan Sinmiş ê li Kuçukçekmece ya Stenbolê 77 roj in di grevê de çalakiya xwe li malê berdewam dikin. Îsmet Yilmaz, Salîh Tekin, Sevican Yaşar, Bîlal Ozgezer ên li avahiya HDP’ê ya Amedê di 3’ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Piştî çalakiyê hatin girtin û li girtîgehê çalakiya xwe berdewam kirin. Mehek şûnde dîsa hatin berdan û niha Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer ên hatin hatin berdan, li malê çalakiyên xwe berdewam dikin.  8 ÇALAKGERÊN TECRÎD ŞERMEZAR KIRIN Û JIYANA XWE JI DEST DAN  Li bajarê Krefeldê yê Almanya di 20’ê Sibatê de Ugur Şakar li dijî tecrîdê agir berda bedena xwe û di 22’ê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de li dijî tecrîdê li Girtîgeha tîpa F-2 a Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de li Girtîgeha Gebze, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de li Girtîgeha tîpa T a Oltu de, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dawî li jiyana xwe anîn. Yonca Akici di 29’ê Adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakî pêk anî û di 1’ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest dan. Siraç Yuksek jî di 2’yê Nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniye û Mahsum Pamay jî di 5’ê Nîsanê de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê bi heman armancê çalakî pêk anîn û jiyana xwe ji dest dan.  Parve bike: