Zanîngeha Rojava şertên qebûlkirina di beşên wê de sivik kirin da ku derfetê ji tevahiya xwendekarên herêmê re peyda bike ji bo ku tev li zanîngehê bibin. Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê fakulteyek û 3 peymangehên nû di Zanîngeha Rojava de vekirin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Zanîngeha Rojava di 5`ê Tîrmeha 2016`an de vekir. Pergala fêrkirinê ya zanîngehê ji ya gelek zanîngehên cîhanê cudatir e. Di zanîngehê de pergala nirxandinê li şûna pergala ezmûnan tê meşandin. Zimanên bingehîn di zanîngehê de Kurdî û Erebî ne. Tişta ku Zanîngeha Rojava cuda dike ew ku pergala rêveberiyê li ser bingeha hevpariyê ava dibe, yanî di rêveberiya zanîngehê de xwendekar  û mamoste hene.

Navenda Zanîngeha Rojava ya bingehîn li bajarê Qamişloyê ye. Şaxên wê li bajarokê Rimêlan û Hesekê hene. Di nav de 7 fakulte hene: Fakulteya Endezeya Çandiniyê, Huneran, Wêjeya Kurdî, Zanista Jinê(Jineolojî), Endezeya Petrol û Perokimya û Zanyariyên Perwerdeyê ew jî  7 beşên; dîrok, erdnîgarî, mamosteyê fêrgehê, bîrkarî, fizya, kîmya, zaniyarî. Zanîngeh di sala xwendinê ya borî de şaxek nû vekir; Peymangeha Îdarî û Darayî. Zanîngehê kadroyek ji tevahiya şaxên xwe yên nû re eyar kir.

Bi destpêkirina sala nû ya perwerdeyê r 2019-2020`an re Zanîngeha Rojava ragihand ku wê deriyên tomarkirina di zanîngehê de di 9`ê Îlonê de vekiriye. Ji bo wê pileyên pêwîst ji bo tomarkirinê diyar kir û tomarkirin dê heya 5`ê Cotmehê de bidome. Her wiha zanîngehê rêjeya ji sedî deh di her fakuteyekê de ji bo malbatên şehîdan re diyar kir.

Ya balkêş Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê şertên qebûlkirinê di Zanîngeha Rojava de sivik kirine. Endamê rêveber ê Zanîngeha Rojava Masûd El-Mihemed ev tişt diyar kir: “Gelek xwendekar hebûn ku dixwestin navên xwe di şaxên zanîngehê de tomar bikin, lê pileyên wê ne li gorî wan şertan bûn, ji ber me biryarek da  ji bo ku bi wan re alîkar bin bi taybet di beşa wêjeyî ya zanîngehê de.”

Endamê rêveber ê Fakulteya Zanistî ya Perwerdeyê Raman Hesen destnîşan kir ku hejmara xwendekarên ku navên xwe tomar dikin li gorî sala borî baş e.

Fakulteyek û 3 peymangehên dîtir li zanîngeha Rojava zêde bûn

Desteya Fêkirin û Perwerdê ya Herêma Cizîrê  fakulteyek û 4 peymangehên nû li Zanîngeha Rojava zêde kirin. Mîna Fakulteya Endazyariya Avahîsaziya Ekolojiyê, dema xwendina wê 5 sal in. Her wiha jî peymangeha Endezyariya Sivîl bi dema 2 salan, peymangeha Wergera Îngilîzî bi dema 2 salan û peymangeha Bilind a Mekatronîk bi dema 3 salan.

Rêveberê Zanîngeha Rojava Mesûd Mihemed der barê şaxên nû yên li Zanîngeha Rojava de wiha got: “Li zanîngehên cîhanê têgeha hawîrdorê di endazyariya avahîsaziyê de tune ye. Lê belê zanîngehên wan tenê ji bo formkirina avahî û tiştên dîtir in. Ya girîng di vê beşa ku me vekiriye de pêkanîna mercên avahiyê li gor mercên hawîrdorê ye. Weke formkirin, lêkirin û hawîrdor li gor berjewendiya giştî be.”

Li ser peymangeha Bilind a Mekatronîkê ku ji qada Mekanîk û Elektron pêk tê, Mihemed wiha anî ziman: “Pêdiviya me bi pêşxistina derfeta endisturiyê li Rojava heye. Weke programkirin, endistirî, mekanîk û alav. Lê der barê peymangeha Endazyariya Sivîl de jî ji bo gihandina kadro û pîşesazên pispor ên avakirina herêmê ye. Ji ber ku serdanên dîplomasî yên derve ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re pêk tên.”

Dê Zanîngeha Rojava deriyên xwe ji xwendekaran re ji bo sala nû ya 2019/2020’an di 1’ê Mijdarê de veke.

(fr)

ANHA