TEV-DEM’ê li ser bombardûmana dewleta Tirk a dagirker a li ser Meclîsa Gel a Xanesorê ya Şengalê daxuyaniyek da û nerazîbûn nîşanî bêdengiya Bexda, Hewlêr û Neteweyên Yekbûyî da.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî bombebarankirina avahiya Meclisa Gel a Navçeya Xanesorê ya Şengalê ji hêla dewleta Tirk ve daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Dewleta Tirk a faşîst vê carê avahiya Meclisa Gel a Navçeya Xanesorê ya Şengalê hedef girt û wêran kir, mîna wêrankirina Nexweşxaneya Sekîniyê. Ev êriş jî piştî kêmî hefteyekê ji şehîdxistina hevserokê Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel pêk hat. Ev êrişên dagirkeriya Tirk bi rêbazên sûdarên şer in û bê navbera li dijî vîna civaka êzidî balafirên bêmirovî bi kar tîne. Ji ber paşguhkirin û înkarkirina hikumetên Bexda û Hewlêrê ji vîna êzidiyên ku şerê rêxistina herî teror li Iraqê kiriye û yekemîn herêma ji qirêjiya terorê li ser asta Iraqê rizgarkiriye û bû nuqteya destpêkê ya têkbirina terorê, ev êriş pêk tên.

Ji lew re dewleta Tirk her tim hewl dide tişt terora DAIŞ’ê li pey xwe hiştiye temam bike û ji nû ve vejîne. Siyaseta hikumeta Iraqê û siyaseta PDK’ê ya bêserûber û bêdengiya wan li hember siyasetên faşîsta Tirk ên li dijî vîna civaka êzidî li gel me gûmanan çêdikin ku dosyaya Şengalê radestî dagirkeriya Tirk kiriye. Ev yek jî li ser pêşeroja ewlehiya Iraq û Başûrê Kurdistanê xeteriyekê çêdike. Dewleta Tirk hewl dide li gorî Mîsaqî Millî yê Osmanî welatê navbera her du çeman de dagir bike, mîna çawa xaka Kurdistan û Sûriyê dagir kiriye. Ev her du hikumet jî li hember komkujî û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Şengalê bê deng in û tu helwestekê li dijî tevgerên faşîzma Tirk nîşan nadin û wek hevkar bi siyasetên Tirkiyê yên qirêj re tev digerin.

Ev êrişên terorîst ên hewayî yên dewleta Tirk ên li dijî vîna civaka êzidî, nirx û vîna wan a azad û berxwedana şengaliyan a parastina rûmet û dîrokê têk nabin, lê belê israra wan li ser berxwedan û girêdayî bi nirxên exlaqî ve xurt dikin. Lê belê dagirkeriya Tirk bêdengiya civaka navneteweyî û tevkariya wê bi desthilata hikumeta Erdogan a terorîst re derfet digire, da ku aramî û ewlehiya li Şengalê derbe bike, her wiha da ku tirsê çêbike û derfetê li pêş jinûve vegera DAIŞ’ê re veke.

Em wekî  TEV-DEM’ê bang li tevahî hêzên siyasî û neteweyî yên li Kurdistan û Iraqê û tevahî rêxistinên hiqûqî û civaka sivîl dikin ku li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker û xeteriyên siyasetên wê yên parçekirin, derbekirin û qirkirina vîna gelên herêmê bi exlaqî û mirovî tev bigerin.

NY’yê û rêxistinên wê berpirsê qetilkirin û qirkirina êzidiyan e û li hember parastina êzidiyan berpirsiyar e.

Em bang li gelê Kurd bi giştî û êzidî bi taybet dikin ku li dijî sûcên dewleta Tirk li her deverê serî hildin, têkoşîn û berxwedanê bilind bikin û welatparêziya xwe xurt bikin.”