Partiyên siyasî, parlamenter, parêzvanên mafê mirovan û gelek kesî bi parvekirinên xwe balkişandin ser rola rêber Apo ya di aştiyê de û daxwaza azadiya fîzîkî kirin.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di parvekirina xwe de got: “Tecrîda li ser Birêz Ocalan pirsgirêkên li Kurdistan û Tirkiyê giran dike. Çareseriya kaos û krîzê bi vekirina deriyên Îmraliyê pêkane.

DEM Partiyê jî wiha got: “Tecrîd tenê li ser Rêberê Kurd pêk nayê li ser hemû aliyên jiyanê bi awayekî sistematîk pêk tê. Divê dawî li tecrîdê bê anîn.

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê jî wiha vegot:

Tecrîda li ser birêz Ocalan veguheriye rejîmê. Tundî, qetilkirina jinan, mafyabûn, rizandin, şer ji tecrîdê serbixwe nîne.

Her wiha Zubeyde Zumrut, Keskîn Bayindir û Dîlek Aykan bi etîketa ‘#dawî li tecrîdê binîn azadi ji bo Ocalan’ parvekirinên xwe kirin.