Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê gund û navçeyên girêdayî wî cenazeyê şervanên YPG‘ê Emar El-Xelef (Bakur Hesekê), Mihemed El-Ubeyd (Egîd Hesekê), Eymen Îbrahîm (Şêrewan El-Kurdî), Xalid Hedîd (Rêzan Hesekê), Ebdulhemîd Yûnis (Dijwar Hesekê), Mihemed Eqre (Baran Hesekê), Ebdulrehman Xidir (Zagros Hesekê), Udey  Ezîz (Mihemed Hesekê), Ehmed El-Salih (Umere Hesekê) û Nîdal Elî (Rêdûr Hesekê) ên ku di Pêngava Bagera Cizîrê ya “Şerê Tinekirina Terorê” de şehîd bibûn bi merasîmekê girseyî li Goristana Şehîd Dijwar li gundê Dawudiyê veşartin.

Merasîm bi turaneke leşkerî ji aliyê şervanên QSD‘ê ve dest pê kir.

Ji fermandarên QSD‘ê Şiyar Delîl di merasîmê de axivî û diyar kir ku çeteyên DAIŞ‘ê bi pêşveçûnên şervanên wan ber bi tinebûnê ve diçin.

Rêveberê Meclisa TEV-DEM‘ê Ferhan Dawud, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Hesen Ubeyd axivîn û soza şopandina rêya şehîdan dan.

Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Şervanan cenazeyê hevalên xwe di nava dirûşme û tîlîliyên dayika spartin axê.