Îro bi hezaran xwendekar û mamosteyên navçeya Amûdê ya Herêma Cizîrê bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Ebdullah Ocalan li qada Şehîd Cîhad a li navenda navçeyê kom bûn û ji wir dest bi meşê kirin.

Meşvanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Ebdullah Ocalan, ala Tevgera Civaka Demokratîk, Kongreya Star, Desteya Perwerde û Fêrkirinê û pankartên “Na ji tecrîdkirinê re”,”Na ji dagirkeriyê re” hildan.

Meşvanan di meşê de bê navber dûrişmeyên’Bê serok jiyan nabe’, ‘Bi can û xwîn em bi te re Ocalan’ û ‘Bijî berxwedana Ocalan li dijî dewleta Tirk’ berz kirin.

Meş li çarxeriya Jina Azad di têketina navçeyê de veguhrî mitîngê. Piştî deqeyea rêzgirtin, bi navê mamoste û xwendekarên navçeya Amûdê daxuyanî ji raya giştî re hate dayîn. Daxuyanî bi zimanê Kurdî hatibû nivîsandin û ji aliyê mamosteya zimanê kurdî Hena Xalid ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“bi derketina Tevgera Azadiya Kurdistanê re bi rêveberiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku rolek girîng di belavkirina fikra demokratîk û azad di navbera gelên Rojhilata Navîn de lîst, dewletên kapîtalîzmê hewl dan çirûska azadiyê ku Ocalan pê bang kiriye vemirînin.”

Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewletên desthilatdar û kapîtalîzmê, nikarin gelê Kurd ji Tevgera Azadiya Kurdistanê dûr bixin, her wiha nikarin tevgerê ji aliyên leşkerî, aborî û rêxistinî ve têk bibirana, ji ber wê bi armanca tinekirina gelê Kurd, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin hedefa xwe.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewletên kapîtalîzmê di serî de dewleta Tirk komployeke navdewletî der heqê Ocalan 15’ê Sibata 1999’an pêk anîn û wan dewletan Ocalan radestî dewleta Tirk kirin û Ocalan girtin û di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:” Dewleta Tirk niha jî tecrîdek giran li Ocalan ferz kiriye. Armanc ji komployê têkbirina gelê Kurd di kesayeta Ocalan de û vemirandina çirûska azadiyê ye. Lê siyasetên wan ên kirêt têk çûn.”

Her wiha di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Ocalan ji aliyê cesedî de hatiye girtin, lê fikr û felsefeya Ocalan di nav gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn de belav bûne û ev tişt di dawiyê de hate gotin:”Destkeftiyên gelê Kurd li Kurdistanê û bi taybet li Rojava, hemû berhemên fikrên Ocalan in. Em weke mamoste û xwendekar ji bo belavkirina fikra azad û naskirina çand û dîroka xwe em ê bi xebitin û em ê xwe bi pêş bixin da ku layîqî fikr û felsefeya Ocalan bibin.”

Di dawiyê de mamoste, xwendekar û endamên rêveber ên Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya navçeya Amûdê tecrîda giran a li dijî Ocalan û komploya navdewletî şermezar kirin. Her wiha teqez kirin ku komplo têk çûye, ji ber ku niha bi hezaran felsefeya Netewa Demokratîk a ku bibû bersivek guncew ji komployê re dixwînin.