Serokwekîlê Koma HDP’ê Ayhan Bîlgen tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand û got, “Tecrîd qebûlnekirina hebûn û îradeya Kurdan e.”
Ayhan Bîlgen işaret bi bê hiqûqiya li Îmraliyê kir û destnîşan kir ku ev bê hiqûqî ji aliyê gelan ve nayê qebûlkirin.
Bîlgen helwesta Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) a li ser tecrîdê rexne kir û got, “CPT, mîna ku ti pirsgirêk nîne, li ser daxwazeke taybet peyamek da û bi vê peyamê re hewl da sîstema li Îmraliyê rewa bike. Ev yek manîdar e. Bêguman ji aliyê têkiliyên Ewropa û Tirkiyeyê ve mijareke ku hêjayî lêpirsînê ye.
DMME neçar e ku di biryarên sembolîk de hîn bi rengekî cidî tevbigere. Yanî, serlêdaneke ku beriya niha bi heyşt salan hatiye kirin bi derengî nirxand û di biryara xwe de şert û mercên heyî ji nedîtî ve hat. Ev yek li pîvanên Konseya Ewropayê û nirxên hevpar ên mirovahiyê yên Ewropayê nayê. Tirkiye vê biryarê ji xwe re dike hincet û li pêş çavên cîhanê hîn jî kiryarên xwe yên binpêkirinê didomîne. Ev yek ne ya qebûlkirinê ye.”
‘CPT ŞIRÎKÊ SÛCÊN LI TIRKIYEYÊ YE’
Ayhan Bîlgen bi bîr xist ku rol û wezîfeya CPT eşkere ye û got: “Bêguman astengî li pêşiya wê hene. Yanî mekanîzmayên ku sîstema kar a CPT asteng dikin, hene. Lê belê çi dibe bila bibe, mafê CPT nîne ku mîna tiştek tine ye tevbigere.”
Bîlgen bal kişand ser êşkenceya li girtîgehên Tirkiyeyê û wiha dewam ikr: “Li Tirkiyeyê hiqûqa navxweyî, mewzûat jinedîtî ve tên û bi bahaneya gelek tiştên biçûk li girtîgehan mafên bingehîn tên astengkirin. CPT jî bûye şirîkê van sûcên çend salên dawî yên li Tirkiyeyê. Bêguman mekanîzma, sazî û îradeya polîtîk ku CPT pê ve girêdayî ye, şirîkê vî sûcî ne.”
‘TECRÎD SIYASETA TIRKIYEYÊ DIXITIMÎNE, ÇARESERÎ LI ÎMRALIYÊ YE
Bîlgen ragihand, siyaseta Tirkiyeyê ji ber tecrîdê xitimiye û anî ziman, bi rakirina tecrîdê re siyaset dikare ji vê rewşa xitimandî rizgar bibe.
Ayhan Bîlgen bi bîr xist ku pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd e û got, “Betalkirina pêvajoya ku bi Birêz Ocalan re hate meşandin, rê li ber derketina krîzê vekir.”
Bîlgen işaret bi gefên dewleta Tirk ên li dijî Kurdên li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê kir û got, “Astengkirin û sabotekirina mafê Kurdan ê di paşeroja Sûriyeyê de, wê bi ti awayî ji bo civaka Tirkiyeyê nebe tiştekî bi xêr. Berevajî vê yekê wê rê li ber rîsk û kaosên nû veke. Lewma di vê pêvajoyê de divê ji vê zerarê vegerin. Ev jî bi tevlîkirina Birêz Ocalan a li pêvajoyê dibe.”