Berdevkê Komîseriya Bilind a Koçberan Charlîe Yaxley li ser hesabê Twîtterê daxuyaniyek da û ragihand ku li peravên Lîbyayê keştiyek noqî avê bûye û hejmareke zêde kes winda bûne û got: “Agahiyên pir bi tirs hatin.”

Berdev got: “Derdorî 60 kes hatin rizgarkirin û derbasî peravê kirin. Bi kêmanî 40 kes jî tê texmînkirin an mirine yan jî winda bûne.”