Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelaen (HDP) Pervin Bûldan û Sezaî Temellî serdana Buroya Hiqûqê ya Asrinê kirin. Hevserok û wekîlên HDP’ê Zuleyha Gulum, Ebru Gunay, Erol Katircioglu, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Koçyîgît û Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Cengîz Çîçek jî di nava heyeta HDP û HDK’ê cih girtin.

Endamên Buroya Hiqûqê ya Asrinê û parêzerên Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan Îbrahim Bilmez û Rezan Sarica pêşwaziya heyeta HDP û HDK’ê kir. Heyetê bi parêzerên Ocalan re hevdîtina girtî pêk anî. Heyet piştî serdanê li ber buroyê daxuyanî da çapemeniyê.

‘TÊKOŞÎNA JI BO RAKIRINA TECRÎDÊ PEYWÎRA HEMÛ WELATIYAN E’

Di daxuyaniyê de Hevberdevka HDK’ê Gulistan Koçyigit, diyar kir ku der barê tenduristiya Ocalan ku ji sala 2015’an heta niha agahî jê nayê girtin û wiha; “Em ji tenduristî û ewlehiya Birêz Abdullah Ocalan bê agahî ne. Tecrîd tenê bi Ocalan ne bi sînor e. Tecrîdkirina Îmralî îro li her dera welat belav bûye. Pergala taybet a Îmraliyê bûye deqek reş û ketiye rûpelên dîrokê. Astengkirina hevdîtina Ocalan a bi malbat û parêzeran re sûcê mirovahiyê ye. Me tu carî keda Birêz Ocalan a ji bo aştî û demokrasiyê ji bîr nekiriye. Ger ku li Tirkiye di pêvajoya aştiyê mirovan destê xwe dan hev û êşên hev hîs kirin bi xêra Birêz Ocalan pêk hat. Îro krîza ku Tirkiye dijî bi pergala Îmraliyê ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê divê tecrîd rabe. Têkoşîna ji bo rakirina tecrîdê peywira hemû welatiyan e. Divê her kes li mafê jiyanê xwedî derkeve. Divê her welatî li dijî tecrîdê rawestin. Divê her kes ji tecrîdê re bêjin na.”

‘KRÎZA LI TIRKIYEYÊ BI TECRÎDKIRINA OCALAN VE GIRÊDAYÎ YE’

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervin Bûldan jî anî ziman ku wan der barê rewşa Ocalan de agahî ji parêzerên Ocalan girtin û wiha got: “Em di pêvajoya ku Birêz Ocalan di milê hiqûqî de nikare bi parêzerên xwe re hevdîtin bikin dijîn. Divê civak û gelê Tirkiye baş zanibe ku ji sala 2011’an heta 2015’an aştiya pêş ket ji bo pêşeroja Tirkiye pêngavek nû bû. Krîz û kaosa ku niha pêş ketiye jî bi tecrîdê ve girêdayî ye. Ez wekî kesek ku herî zêde bi Ocalan re hevdîtin kir dikarim bêjim ku piştî 2015’an tecrîdê dest pê kir. Ziyareta bi Birêz Ocalan re hem ji bo demokratikbûna Tirkiye û hem jî ji bo krîza li Rojhilata Navîn pir girîng e. Birêz Ocalan rolek mezin dabû ser xwe. Ji bo Aştiya Tirkiye û çareseriyapirsgirêka Kurd a demokratîk perspektifên girîng pêş xistibû. Kaos û krîza li Tirkiye pêş dikeve raste rast bi terîdkirina Ocalan ve girêdayî ye.

Bûldan, da zanîn ku hin caran bi sedema “keştî xerabe ye”, hin caran bi sedema “muxalefeta hewayê” û hin caran bi sedemên din 4 salin nikarin biçim Îmraliyê û wiha got: “Wê demê be bi Birêz Ocalan re hevdîtin pêk dianî. Wê demê ev konsept e. Xuya dike ku yên vî welatî bi rêve dibin konsepta şer ji bo xwe esas digirin. Dewlet û hikûmeta ku konsepta aştiyê nas nekirin û konsepta şer diparêzin bila zanibin mijar ne tenê ziyareta malbat û parêzeran a bi Ocalan re ye. Ji ber ku ev şer tenê bandorê li ser Kurdan nake. Şerê heyî bandorê li ser hemû civaka Tirkiye dike. Bombeyên tên avêtin bandorê li ser hemû beşên civakê dikin. Tenê li ser sifra Kurdan nakeve. Bombe û guleyên dibarin raste rast bandorê li ser hemû beşên civaka Tirkiye dike.”

‘DIVÊ DEMILDEST TECÎRDA GIRANKIRÎ WERE ŞKANDIN’

Bûldan, destnîşan kir ku Ocalan 20 salin tê tecrîdkirin û xwest êdî tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe û hevdîtin dest pê bikin. Buldan, da zanîn ku pêl bi pêş tecrîdê giran dikin û di milê hiqûqî, siyasî, zagonî û sincî de ev tevrîda tê meşandin nayê qebûlkirin û wiha bi dawî kir: “Birêz Ocalan û rayedarên dewletê 3 salan li ser maseyekê rûniştin. Ji bo pêşeroja Tirkiye hevdîtin kirin. Lê niha Birêz Ocalan bi tecrîdkirina giran îzole dikin. Divê civaka Tirkiye û gelê Kurd vê yekê qet û qet qebûl nekin. Ji ber vê yekê divê demek berî demekê tecrîdkirina Ocalan bi dawî bikin û bi lezgîn hevdîtin bê kirin.”

Heyeta HDP’ê piştî ziyareta parêzeran Emîne Ocak li Şaşa ÎHD’ê ya Stenbolê ziyaret kir. Heyetê dayika Hasan Ocak ê di 21’ê Adara 1995’an de hat revandin û windakirin, Emîne Ocak li ÎHD’ê ziyaret kir û piştgirî dan wê.