STENBOL – Buroya Hiqûqê ya Sedsalê nêzikatiya CPT’yê ku hatibû Tirkiyeyê û neçû serdana Îmraliyê rexne kir û got ku CPT li gorî nêrîna dewletê nêzî Îmraliyê dibe.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) daxuyanî da ku hatibû serdana girtîgehên Tirkiyeyê lê neçû serdana miwekîlê wan Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û 35 meh in tu agahî jê nayên girtin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku şandeya CPT’yê neçûye îmraliyê û tenê têkildarî tecrîda li Îmraliyê wiha ev agahî parve kir: “Bi rayedarên têkildar re bi taybet jî derheqê pêwendiyên girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin a bi derve û çendek mijarên din hatin nîqaşkirin.”
Bi domdarî hawiha hate gotin: “Weke ku tê fêmkirin, şandeya CPT’yê demekî dirêj li Tirkiyeyê ma ye lê neçûye serdana Girtîgeha Girava Îmraliyê û hevdîtin bi miwekîlên me birêz Abdullah Ocalan, birêz Veysî Aktaş, birêz Hamîlî Yildirim û birêz Omer Hayrî Konar ku 35 meh in bi tu awayî agahî jê nayên girtin re hevdîtin nekirine. Mîna carên berê jî kiribûn, derheqê miwekîlên me de bi rayedaran re têkildarî ‘pêwendiyên wan ên bi derve re’ axivî ne.
EV NE LI GORÎ BERPIRSYARTIYA CPT’YÊ YE
Ev nêzikatiya CPT’yê, ne li gorî peywira wê ya pêşîlêgirtina îşkenceyê ye. Cezayên disiplînê yên derqanûnû û qedexeyên derhiqûqî ji hêla dadgeriyên înfazê ve bi awayekî sîstematîk tên dayîn. Her wiha mercên înfazê û ‘pêvajoyên darazê’ ji lêkolîn û venêrîna parêzeran re hatine girtin. Mafê parastinê li Îmraliyê bi temamî ji holê hatiye rakirin, di serî de hevdîtinên bi parêzer û malbatan re, têkiliya miwekîlên me ya bi derve re bi temamî hatiye qutkirin. Ev pêwendî hema hema ev sê sal in hatine qutkirin. Parêzer nikarin têkildarî rewşa tenduristî û ragirtina wan tu agahiyan bi dest bixin. Tevî vê rewşê jî CPT’yê tenê di hevdîtina bi rayedaran re mijar anîne rojevê. Ev nêzikatiya wan nayê qebûlkirin.
Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) gotibû ku divê ‘tavilê bi parêzerên xwe re bikarin hevdîtinê bikin.’ Tirkiyeyê ev salek û nîv e ev biryara tevdîrê bicih neaniye. Tevî vê yekê jî mijara pêwendiyên bi derve re bi awayekî sînor hatiye nîqaşkirin û bi temamî terkî keyfiyeta dewlet û rayedaran hatiye kirin. Lê rejîma muebeta girankirî û mercên agahînegirtina mutleq a li Îmraliyê ku ev 25 sal in didome, awayekî îşkenceyê ye û dijmirovî ye. Lê nêzikatiyên saziyên neteweyî û navneteweyî berevajî qedexeya îşkenceyê ye û teqezbûna xwe jî derbas kiriye.
RÊ LI BER FIKARA KU MERCÊN TECRÎDÊ BIDOME VEKIR 
Di serdema mijdar-kanûn-çileyê de daxwaz û agahdariyên têkildarî birêz Ocalan û Îmraliyê de, di 15’ê sibata 2024’an de ji CPT’yê re ragihand. Hêj dema şande li Tirkiyeyê agahiya wê ji geşedanên rojane hebû, rapora hevdîtinên di 22’yê îlona 2022’yan de nehatibû parvekirin, piştî wê dîrokê erdhej çêbûn û mercên heyî xerabtir bûn. Vê jî ferz dikir ku li Îmraliyê yekser çavdêrî û lêkolîn were kirin. Lê dîsa beriya ziyaretek were kirin, vegeriyan. Vê rewşê jî fikarên domandina rewşa îşkence û mercên derhiqûqî û derexlaqî yên li Îmraliyê di me de ava kir.
DIVÊ TESPÎT Û ÇAVDÊRÎ BI RAYA GIŞTÎ RE BÊ PARVEKIRIN 
Di rewşa heyî de CPT’yê tu bendewarî û şîretên me esas negirtin, dewletê ji bo başkirina rewşa heyî tu gav neavêt. Lewma jî divê CPT tavilê tespît û çavdêriyên xwe bi raya giştî re parve bike. Ji bo rewşa agahînegirtinê ku li dijî qedexeya îşkenceyê ye bi dawî bibe û malbat û parêzer bikarin biçin serdanê, divê CPT ne li gorî nêrîna dewletê tevbigere. Divê rola xwe bi awayekî çalak pêk bîne.”