Çalakiya greva birçîbûna Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, îro kete roja 66mîn.

Leyla Guven, ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, di 7ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûna bêdem û bêdorveger kir.

Berxwedana Leyla Guven, di roja 66mîn de dewam dike û rewşa wê gelekî giran bûye.

Li Hewlêrê jî, Nasir Yagiz, 53 roj in di greva birçîbûna bêdem û bêdorveger de ye.

Çalakiya Îmam Şîş jî, li Brîtanya bajarê Newportê di roja 27mîn de dewam dike.

Li Strasbourgê, çalakiya greva birçîbûna 15 çalakgeran di roja 27mîn de berdevam dike.

Li zindanan jî, biqasî 700 girtî, li 120 zîndanên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di greva birçîbûnê de ne,