Çalakiya rûniştinê ya li ber Parlamenta Ewropayê 4 roj li pey xwe hişt. Pêkhateyên jinan li ber parlamentê li hev civiyan û çalakiya protestoyî kirin.

Bernameya roja çaran a çalakiyê berfireh bû. Bi wesîleya Hefteya Lehengiyê ji fermandarên efsanewî yên PKK’ê Mahsûm Korkmaz hate bîranîn. Dengbêjên jin jî ji bo Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 142 roj in di greva birçîbûnê de ye stran gotin.

Ciwanan jî bi rêya şanoyekê hewl dan balê bikişînin ser berxwedana grevên birçîbûnê.

Endama Koma Sosyalîst a Parlamenta Ewropayê Julia Ward û endama Koma Keskan a Parlamenta Ewropayê Anna Miranna serdana çalakgerên greva birçîbûnê kirin.

Ward li qada çalakiyê axivî û got, “Min xwest serdana Leyla Guven bikim li girtîgehê, lê belê destûr nedan. Piştî ku hate berdan çûm serdana wê. Sala 2017’an min cihê xwe di nava heyeta Îmraliye de girt û xwest serdana Birêz Ocalan bikim, lê dozgeriyê destûr neda.”

Miranna diyar kir ku ew bi eslê xwe Galîsyayî ye û got, “Mîna we em jî xwedî pirsgirêkên azadiyê ne, em daxwaza azadiyê ji Spanyayê dikin. Berxwedana we silav dikim.”

Çalakger danê êvarê berê xwe dan bajarê Freiburg ê Elmanyayê ji bo bêhnvedanê. Li cihê ku êvarê lê bimînin sînevîzyona li ser Hefteya Lehengiyê hate nîşandan.