Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku li navçeyên Çelê û Gever ên Colemêrgê û herêma Barzan a Başûrê Kurdistanê li dijî hêzên dagirker ên Tirk rêze çalakî kirine. HPG’ê eşkere kir ku li Dersim û Sêrtê 7 gerîla şehîd bûne.

HPG’ê destnîşan kir ku encama du çalakiyan nehate zelalkirin, di çalakiya sekvaniyê de 2 leşker hatine kuştin, Di operasyona bi desteka êrîşê hewayî ya li Dersim û Sêrtê de 7 gerîla şehîd bûne, piştî nasnameyên wan diyar bûn û şûnde wê bi raya giştî re bê parvekirin.

HPG’ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kir;

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de li dijî artêşa Tirk rêze çalakiyek lidarxistin. Agahiyên têkildarî çalakiyan wiha ne;

Roja 22’ê Îlonê seat 02:00’an hêzên me li taxa Cûmhûriyetê ya navçeya Gever a Colemêrgê li dijî wesayîteke zirxî ya kobra ku dewriye digeriya çalakiya sabotajê lidarxist. Wesayîta zirxî zirarek mezin dît, hejmara kuştî û birîndaran nehate zanîn. Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi rêk û pêk bi çekên giran derdor reşand û hemû rêyên ketin-derketina taxa Cûmhûriyet û nexweşxanaya Geverê qedexe kir.

LI ÇELÊ DU ÇEPER HATIN RÛXANDIN

Roja 25’ê Îlonê seat 08:00’an de hêzên me li dijî leşkerên artêşa Tirk ya li Girê Xeregol a navçeya Çelê ya Colemêrgê bicih bûbûn çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de bi serketî li çeper û kozikên dijmin hate xistin, 2 çeper hatin rûxandin hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate zanin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi rêk û pêk bi obus û hawanan herêm topbaran kir.

LI BARZANÊ ÇALAKIYÊN SEKVANIYÊ: 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Roja 26’ê Îlonê seat 02:00’an hêzên me li girê Bayrak ê li herêma Barzan a Başûrê Kurdistanê li dijî leşkerên artêşa Tirk rêze çalakiyên sekvanî lidarxist. Di çalakiyan de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin û artêşa Tirk bi obus û hawanan herêm topbaran kir.

Roja 24’ê Îlonê seat 23:30’an û 25’ê Îlonê seat 02:30’an de bi desteka balafirên kefşê artêşa Tirk bi balafirên şer herêma Cîlo û Matê ya Oremar a Geverê bi desteka helîkopter bi obus û hawanan bi giranî bombebaran kir. Piştî bombebaranê hêzên dagirker bi helîkopterên skorsky leşker danîn Girê Matê û piştre dest bi operasyonê kirin.

LI DERSIM Û SÊRTÊ 7 GERÎLA ŞEHÎD BÛNE

Artêşa TC’ê sibeha 23’ê Îlonê li herêma Qela Yûnûs a navçeya Hawêl a Sertê bi desteka balafirên keşfê operasyon da destpêkirin. Heman rojê seat 14:00’an û 21:00’an hêzên dagirker bi giranî teknîk bikaranîn û herêm bombebaran kirin. Di bombebaranê de 3 hevalên me şehîd bûn. Operasyon roja 24’ê Îlonê seat 17:00’an paşve vekişiya. Agahiyên nasnameyên hevalên me yên şehîd wê piştre bi raya giştî re were parvekirin.

Artêşa Tirk roja 17’ê Îlonê li herêma Rojdere ya navenda Dersimê operasyon dabû destpêkirin. Li herêma operasyonê artêşa Tikr ku bi yekîneyeke me re nekarin şer bikin bi balafirên şer û helîkopterên kobra bi giranî herêm bombebaran kirin. Di bombebaranê de 4 hevalên me şehîd bûn. Agahiyên têkildarî nasnameyên hevalên me yên şehîd wê piştre bi raya giştî re werin parvekirin.”