Berpirsyarê hilweşandina Sûriyeyê Rûsya ye, çekan difiroşe rêjîmê û bazirganiya xwe bi wê re çalak dike û hewl dide hebûna xwe di Sûriyeyê de ku ji ber şer parçe bûye, mayînde bike. Lê Rûsya naxwaze qoçana lêçûnên jinûveavakirinê ku wê bi xwe hilweşandiye bide, ji ber vê yekê dixwaze dewletên rojavayî beşdarî xebatên jinûveavakirinê bike.

Nivîskar ANGELA CHARLTON di gotareke xwe de ku di malperên AP  û USNews a Amerîkayê de hatiye weşandin, diyar dike ku Rûsya çekan difiroşe û bazirganiya xwe bi Sûriyeyê re geş dike û hewl dide hebûna xwe di Sûriyeyê de piştî şer mayînde bike.

Nivîskar di gotara xwe de wiha didomîne: “Roja ku dîplomatên Rûsyayê hevpeymanek bi Tirkiyeyê re der barê devera bêçek de li herêma dawîn a di bin serweriya çeteyên Sûriyeyê de çêkir, bi dehan karsazên Rûsyayê amadekariya çûna Şamê dikin da ku girêdestên bazirganî yên mezin bi rêjîma Sûriyeyê re îmze bikin. Ev girêdest tavilê piştî bidawîbûna şer dest pê dikin.”

Nivîskar dibêje berpirsyarê kuştin û hilweşandinê li Sûriyeyê Rûsya ye ji ber ku alîkariya rêjîma Sûriyeyê dike û karibû herêmên berfireh û bajarên Sûriyeyê ji rêjîmê re vegerîne û gelek girêdestên biguman bi dewleta Tirk re pêk anîn. Vê yekê hişt ku Moskov xurt were nîşandan ku dewletên rojavayî nikaribûn tiştekî bikin.

Nivîskar Angela Karlton destnîşan kir ku Sûriye hevkarekî demdirêj a çêkerên çekên Rûsyayê beriya şer bû û hevkarekî bazirganiya wê bû. Moskov vê têkiliyê bi rêya jinûveavakirina rê û boriyan û avahiyên bilind ku ji ber şer têk çûne, xurt dike û di nava wê de hilweşandina ku ji ber çekên Rûsyayê pêk hatiye.

Rojnamegerekî ji Rûsyayê jî eşkere dibêje Rûsya naxwaze bi tena xwe berpirsyariya jinûveavakirinê bike lê ew civaka navneteweyî berpirsyar dibîne.