Cenazeyê Haşem Tilaver li gundê Belasorê hate veşartin ê ku ji aliyê leşkerên Îranê ve hate qetilkirin.

Li gundê Belasor a navçeya Bazidê ya  Agirî, leşkerên Îranê li kolberan reşandibû û ciwanê bi navê Haşim Tilaver bi giranî birîndar bûbû.

Tilaver ku bi saetan li gel ku birîndar jî bû hatibû sekinandin, li bajarê Qelenî yê Îranê dema ku li ambûlansê hatibû siwarkirin û dibirin nexweşxanê bi rê de miribû.

Şevê dî bi derengî cenazeyê Tilaver dan malbatê. Malbatê berê sbihê cenaze li goristana gund veşart.