Parlamenterê HDP’ê Mûrat Çepnî têkildarî Komkujiya Pirsûsê axivî û got, “Komkujiya Pirsûsê xemsarî nebû. Divê mirov bêje ku komkujî bi rengekî berbiçav organîzasyoneke dewletê bû.”

25’ê Tîrmeha 2015’an, endamên Federasyona Komeleyên Ciwanan a Sosyalîst (SGDF) dema ku li Navenda Çandê ya Amarayê ji bo alîkariyê bide Kobanê daxuyanî didan çapemeniyê, DAÎŞ’ê êriş kir û di encama vê êrişa bombeyî de 33 kesî jiyana xwe ji dest dan. Di ser vê komkujiyê re 5 sal derbas bûn. Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî ji ANF’ê re axivî. Çepnî bi bîr xist ku çeteyên DAÎŞ’ê wê demê li Kobanê têk çûn û got, “Di serî de gelê Kurd ji gelek deverên cîhanê mirov hatin û li ber xwe dan. Bi vî rengî Kobanê li ser piyan ma. DAÎŞ ji wê kêliyê û pê ve têk çû.

Kampanya ji destpêkê ve kampanyayeke alîkariyê bû ku li gelek bajarên Tirkiyeyê hate meşandin. Jİ bilî ciwanên ku tevlî bûn her wiha raya giştî ya berfireh hate afirandin. Bêguman ev karê dihate kirin li polîtîkaya desthilatdariyê ya li ser Sûriye û Rojava nedihat. Lewma ev kampanya ji aliyê dewletê ve hate terorîzekirin.

300 ciwan ji Stenbolê û deverên din bi rê ketin û li Navenda Çandê ya Amarayê bi cih bûn. Danûstandin û hevdîtinan dest pê kir. Piştî ku bi Qeymeqamiyê re hevdîtin kirin xwestin li ber deriyê Navenda Çandê ya Amarayê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Di vê demê de kujerê ku kete nava ciwanan bombeyên li ser xwe teqand. 33 ciwan bi rengekî hovane hatin qetilkirin.”

XWESTIN KU MÛXALEFETÊ ÎMHA BIKIN

Çepnî bi bîr xist ku komkujî piştre jî dewam kir û anî ziman ku hilbijartinên 7’ê Hezîranê destpêka pêvajoyê bû: “Piştre 5’ê Hezîranê li Amedê, 10’ê Cotmehê jî li Gar a Enqereyê komkujî hatin kirin. Êriş li ser avahiyên partiya me hatin kirin. Ji 7’ê Hezîranê heta 1’ê Mijdarê şerekî qirêj hate meşandin. 7’ê Hezîranê îradeya yekbûyî ya gelan a HDP’ê bi rengekî şênber eşkere bû.

Di encama vê yekê jî faşîzma ku li dora AKP-MHP’ê civiya got, ‘Ya hûn ê 400 wekîlan bidin ya jî wê kaos bibe’. Bi vî rengî pêvajoya 1’ê Mijdarê dest pê kir. Xwestin ku HDP’ê û mûxalefetê bi temamî îmha bikin. Di nava vê konseptê de komkujiya Pirsûsê jî hebû.

Komkujiya Pirsûsê ne ji ber xemsariyê pêk hat… Divê mirov bêjin ku komkujiya Pirsûsê organîzasyoneke dewletê bû. Kujer bi hêsanî hat Navenda Çandê ya Amarayê. Lewma em dibînin ku DAÎŞ, tecawizkar û çeteyên kujer ji bo armancên xwe yên siyasî bi kar anîn û ji xwe re kirin amûrek.”

DESTHILATDARÎ ŞÎRKETA ÎHA Û SÎHA YE

Çepnî di sala 5’an a komkujiyê de careke din got ‘Ji bo Pirsûsê edalet, ji bo her kesî edalet’ û bi bîr xist ku faşîzm bi hin guhertinên qanûnî re dixwaze xwe mayinde bike.

Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî destnîşan kir ku polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP’ê ne yên meşandinê ne û diyar kir ku aqlê damezrîner û îradeya damezrîner a HDP’ê wê berxwedana xwe bidomîne.

Çepnî got, “AKP û MHP mîna qemyoneke ku frena wê teqiya ye. Ji bilî xwînê tiştekî nade gelan, tiştekî nade cografyayê. Niha di meseleyên Ermenistan-Azerbaycanê, Lîbya û Sûriyeyê de yekane çareya ku dibîne, konsepta şer  e ku dixwaze ÎHA û SÎHA’yên di destê xwe de bifiroşe. AKP şîrket û projeyeke ÎHA û SÎHA’yan e. Lewma ev polîtîkaya wan ne ya dewamkirinê ye. Ji ber ku gelên me li ber xwe didin û hesabên wan têk dibin. Em ê bi vê îrade û aqlî bimeşin û li ber xwe bidin.”