Endamê komîsyona parastina ewlehî û parlementoya Iraqê Cewad Polanî li ser hebûna dewleta Tirk li başûrê Kurdistanê û dagirkeriya wê ji Rojnewsê re axivî.

Cewad Polanî êrişên dewleta Tirk li başûrê Kurdistanê Iraqê şermezar kir û wiha got:

Dagirkeriya dewleta Tirk a li nav xaka Iraqê gihiştiye qonaxek mezin û metirsîdar.

Lazime bi lez û bez destwerdanek çêbe û pêşî li binpêkirina serweriya Iraqê were girtin.

Komîsyona me li ser êrişên dewleta Tirk lêkolînê dike, wê paşê bike rapor û bide serokwezîr û parlementoya Iraqê.

Divê dewleta Tirk rêz ji serweriya Iraqê re bigre û hêzên xwe ji nav xaka Iraqê derxîne.