Parêzerê Ocalan, Cengîz Çîçek diyar kir ku bi dawîkirina tecrîdkirina Ocalan bi yekîtiya netewî ya kurd pêkan e û got: “Tecrîdkirina hemû çavkaniyên siyasî û civakî xwe dispêre tecrîda li Îmraliyê. Divê em bi nêrînek hevpar û têkoşînek hevgirtî li tecrîdê binêrin.”

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Cengîz Çîçek ê Hevserokê Rêxistina HDP’a Stenbolê ji ajansa me Mezopotamyayê re axivî û bal kişand ser tecrîdkirina miwekîlê xwe.

Çîçek anî ziman ku îktîdara li Tirkiyeyê teknîka rêveberinê ji Grava Îmraliyê girtiye û got: “Di bingeha polîtîkaya dijbûna kurd de ji Îmraliyê tê. Tecrîdkirina li Îmraliyê bandora xwe li ser hemû qadên siyasî û civakî dike. Têkoşîna li dijî tecrîda Îmraliyê di heman demê de têkoşîna li dijî tecrîdkirina siyasî û civakî ne. Tecrîdkirina Birêz Ocalan di heman demê de tecrîdkirina tevgera azadiya kurd û siyaseta demorkatîk e.”

‘DIVÊ EM BI RUHÊ TÊKOŞÎNA HEVGIRTÎ BÊJIN BES E’

Çîçek diyar kir ku rakirina tecrîdê tê wateya azadkirina civakê û wiha dewam kir: “Heke em di rakirina tecrîdê bi ser nekevin, em ê di têkoşîna hebûn û azadiyê de jî bi ser nekevin. Divê herî zêde di warê ranekirina tecrîdê em xwe rexne bikin. Tecrîdkirina hemû qadan bi ya Îmraliyê ve girêdayî ne. Divê em ruhek têkoşîna hevgirtî ji tecrîdê re bêjin bes e û têkoşînek xurt bidin.”

‘ME DI PÊVAJOYÊ DE ROLA OCALAN DÎT’

Çîçek pêvajoya diyaloga 2013-2015’an a di navbera Ocalan û dewletê de bi bîr xist û got: “Ji bo birêz Ocalan dikaribû nêrînê xwe bêje, me dît pirsgirêka kurd û birêvebirina siyaseta demokratîk ket rewşek asayî. CHP jî di nav de hemû partiyên dewletê xwestin piştî hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an tecrîda li Îmralyê kûrtir bibe. Di esasê xwe birêz Ocalan tenê ne rêbertiya kurdan dike rêbertiya hemû gelên bindest ên Tirkiyeyê dike. Di bersivdayîna xwe li dijî komploya navdewletî de jî me dît ku rêberiya hemû bindestên cîhanê dike.”

‘DIVÊ EM DI YEKÎTIYA NETEWÎ DE ISRAR BIKIN’

Çîçek destnîşan kir ku di rakirina tecrîdkirina Ocalan de girîngiya yekîtiya netewî ya kurd jî heye û wiha got: “Kurd di demên modern de tişta herî zêde tê de winda dikin ji ber yekîtiya wan nîne. Tişta em li vir behs dikin ne dewletbûn e. Em ji xweparastinê bigirin heta meseleya nasname û formen jiyana azad kurd neçar in polîtîkaya xwe ya yekîtiya netewî ava bikin. Birêz Ocalan li Îmraliyê ji bo avakirina yekîtiya netewî ya kurd demek dirêj daye. Divê em xeta têkoşîna polîtîk çêbikin. Em neçarin di polîtîkayên yekîtiya netewî de israr bikin. Li aliyê din jî gelê kurd ê ku bêdost û bêmutefîk hatine berdan li ser erdnîgariya xwe bi hemû neteweyên cîran re pêşengiya têkoşîna demokratîkbûna hevgirtî û hevpar bike.”

‘KURD LI SER AXA XWE TÊN TECRÎDKIRIN’

Çîçek tecrîdkirina Ocalan wek “Kurdan di axa kurdan de tecrîd dikin” nirxand û got dixwazin kurdan li ser erdnîgariya wan bi tenê bihêlin û tecrîd bikin. Çîçek hişyariya ku kurd di navbera xwe de polîtîkaya yekîtiyê nekin jiyanî dê “Xeta Kurdbûnê” bê tasfiyekirin kir û got di bin hişê tecrîda li Îmraliyê de jî ev yek heye.

‘LI DIJÎ TECRÎDÊ HIŞMENDIYA BERXWEDANA KOBANÊ’

Çîçek da zanîn ku di kêliya kurd bibin xwedî helwesta yekîtiya netewî dê tecrîdkirina Ocalan demildest bi dawî bibe û wiha got: “Bi rastî jî heke gelê kurd wek berxwedana Kobanê bibûna xwedî hişmendiya netewî dê komplo pêk nehata û niha jî ev tecrîd pêk nedihat.”

Ajansa Mezopotamya