Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Çîgdem Dogû, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinê ji ANF’ê re axivî.

Çîgdam Dogu da zanîn bi nêzîkbûna 25’ê Mijdara îsal re, li tevahiya cîhanê bi taybetî, li Rojhilata Navîn şer giran bûye û wiha domand.

Herî zêde şer bandorê li jinan dike. Hêzên serdest û desthilatdar li dijî jin, gelan û bi giştî bindestan çeka herî bi bandor şîdetê bi kar tînin, di van rojan de gihîştiye lûtkeyê. Em vî şerî weke Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi nav dikin, qirkirina civakan, ya jinan, ya zarokan û ekolojîk dike. Şer, hişê mêrê hegemonîk e û her dem tundiyê diafirîne û bi rêgeza “Pêşî li jinê bide” hêza xwe dimeşîne. Ev rêbaza mêraniya hegemonîk û pergala kapîtalîst e.

Pêwîst e rastiya şer ji du aliyan ve were nirxandin. Yek; ev şerê navbera netew-dewletan û navbera hêzên desthilatdar de têne kirin. Ev şer rê li ber komkujiyan, koçberî, xizanî, dizî, gendelî, talan, destavêtin, hwd. vedike.

Ya duyem; Şerên ku di çaçroveya polîtîkayên şerê taybet de têne meşandin, li cîhanê û herêmê komkujiyên li dijî jinan, destavêtin, mirina zarokan, nexweşî, mirinên ji ber birçîbûn û xizaniyê, kuştin, tunekirina li xwezayê û hwd. dikin. Hêjmara kuştiyan, ji hejmara ji Şerê Cîhanê yê Yekemîn û Duyemîn gelek zêdetir e.

Li gel kuştinan, destavêtin, xizanî, fuhûş û koçberî jî biqasî vê hejmarê zêde ye.

Dewleta Tirk a faşîst, li Kurdistanê şerekî taybet dimeşîne. Şerê li Lîbya, li Sûriye, şerê wekaletê yê li Rojhilata Navîn bi destê DAÎŞê, şerê Komara Tirk a li dijî Rojavayê Kurdistanê, şerê navxweyî ya Talîbanê li Afganîstanê, şerê Rûsya û Ûkrayna, şerê Azerbaycan-Ermenistanê, şerê dawî yê Îsraîl-Filistînê, pêvajoyên derbeya navxweyî li hin welatên Afrîkayê, ev hemû li jinan xistin û bandor li wan kirin.

Ya sêyemîn, jin bi beden û ruhê xwe veguheriye qada şerê parvekirinê. Ev aliyekî pir bingehîn a Şerê Cîhanê yê Sêyemîn e. Ji bilî şeran, kuştinên rojane, destavêtin, kedxwarin, fîzîkî û êrişa zayendî, fuhûş, koçberî û encamên wê, asta tirsnak a serdestiya mêr, rastiya jin û mêr bi têgîneke îfadekirin zehmet e. Ev şerê taybet, li hemû qadên jiyanê bela bûye û kûr bûye. Armanca bingehîn jî jin e. Tenê di meha dawî de, di şerê Îsraîl û Filistînê de 4 hezar jinên Filistînî, nêzî 2 hezar zarokên Filistînî hatine kuştin. Ev tenê rastiyê rewa dike.