Cihên li herêma Amediyê ku dewleta Tirk gotibû ‘Navendên PKK’ê hatin bombekirin’, eşkere bû ku mal û axurên gundiyan bûn.

Dewleta Tirk bombe li cih û warê sivîlên li Başûrê Kurdistanê dibarîne û bi piştgiriya PDK’ê jî hewl dide gundan vala bike.

Balafirên şer yên dewleta Tirk di 16’ê Çile de bombe li gundên Spîndarê, Mijê û Kevne Mijê yên Amediyê barandin gotin:

‘Bombe li navendên PKK’ê’ hatin barandin.

Wajî vê îdîa û daxuyaniya dewleta Tirk derew derketin û eşkere bû ku cihên hatine bombekirin mal û axurên gundiyan e.

Gundî hîna jî nikarin biçin gundê xwe.

Rayedarên PDK’ê nahêlin gundî li cih û warê xwe vegerin.

Dewleta Tirk di 25’ê Çileyê de li gundê Sergelê yê Amediyê çîftlikek, di 26’ê Çile de li gundê Kevne Mijê navendeke tenduristiyê bi balafirên şer bombe kirin.

Li gel bombardûmana giran, bi tank û hawanan jî herêm topbaran kirin.

Di vê navberê de rayedarên PDK’ê hişyarî dane keyayên gelek gundên li deşta navbera Amediyê û Şeladizê û ji wan xwestine ku di demeke nêz de gundên xwe valabikin.