Di 9’ê Gulana 2010’ê de li gel Şirîn Elemhulî, hevalên wê yên li Girtîgeha Evînê dihatin girtin, Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan û Mehdî Îslamî hatin darvekirin.

Wan li hemberî hemû zilma rejîma Îranê, di şert û mercên herî zehmet de, li girtîgehê li ber xwe dan.

Bûn havênê şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku îro bi hezaran kes ji bo azadiyê li qadan in. Ferzat Kemanger, Şirin Elemhulî, Eli Heyderyan, Ferhat Wekîlî û Mehdi Îslamyan, pênc şoreşgerên azadî û rêya serkeftinê.

Rejîma Îranê 44 sal temenê xwe de darvekirinan weke amrazek bêdengkirin û çavtirsandinê li dijî xelkê Rojhilatê Kurdistan, şoreşger û çalakvanan bikartîne.

Ji vane jî Şîrîn Elemhulî, Ferzad Kemanger, Hisên Xizrî û Ramîn Hisên Penahî û gelek kesên din para xwe ji vê yekê girtin.

Di rojek weke îro de di berbanga 9’ê Gulana 2010’an de çar têkoşer û şoreşgerên gelê Kurd li gel şoreşgerek Îranî, li girtîgeha Evîn a Tehranê ji aliyê rejima Îranê ve bi hinceta ku endamên PJAK’ê ne, hatin bi darvekirin.

13 sal di ser darvekirina van şoreşgeran re derbas dibe, mûma ku wan pêxist, heta niha jî bûye çirayek ji bo rêya têkoşer û xebatkarên Kurd. Ispata vê jî şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye.

Her yek ji van şoreşgeran xwediyê xebat û têkoşînek siyasî, netewî û mirovî bûn. Ji ber vê yekê jî tirs xistibûn dilê dewleta Îranê.

Ferzad Kamanger
Di sala 1976’an de li bajarê Kamyaran a ser bi Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye.

Endamê Meclîsa Sendîkaya Mamostayan û endamê Rêxistina Jîngehparêz a Ask bû. Zarokên Kurd fêrî xwendin û nivîsandinê dikir.

Herwiha bi navê Siyamend di Kovara Royand de nivîs dinivîsî.

Herwiha çalakvanekî naskirî yê mafê jinan bû.

Di meha Tebaxa sala 2006’an de li Tahranê li gel du hevalên xwe hate girtin.

Di dema taziyeya Kemanger de dayîka wê di got; “Rêya wî negirin, wî rêya mirovayetiyê hilbijartiye”.

Şîrîn Elemholî
Di sala 1981’an de li gundê Dêmkişlak’ê yê bajarê Mako yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye.

7 bira û 2 xwişk hebûn. Di sala 2006’an de beşdarî nava refên gerîla bû.

Di 25’ê Nîsana 2008’an de li Tehranê hate girtin û di roja 9’ê Gulana 2010’an de hate darvekirin.

Ferhad Wekîlî
Di 23’ê Gulana 1966’an de li bajarê Sine ji dayik bûye.

Kurê Şerîfe û Mihemed Seîd bû. Zanîngeh qetandîbû. Bavê sê zarokên bi navê Hengame, Hewram û Hewraz in.

Ferhad Wekîlî di girtîgehên Ewîn, Recayî Şar û Kirmaşan tê êşkencekirin.

Di 9’ê Gulana 2010’an de tê darvekirin.

Elî Heyderyan
Di sala 1980’an de li Sine ji dayik bûye. Xwendina xwe li wir temam kir û di sala 2001’an de beşdarî nava refên gerîla bû.

Di 16’ê Mijdarê de li paytexta Tehranê ji aliyê hezên Îranê ve hate girtin.

Piştî 18 mihên êşkencekirinê di dadgehkirina 10 deqeyî û bêamadebûna parêzer bi îdiaya endamê PKK’ê ye, cezayê darvekirinê lêhate birîn.

Elî Heyderiyan di 9’ê Gulana 2010’an de li girtîgeha Evîn tê darvekirin.

Mehdî Îslamiyan
Yek ji wan girtiyane ku li gel 4 girtiyên siyasî li Girtîgeha Ewîn a Tehranê hate darvekirin.

Mehdî di 3’yê Gulana 2008’an de hate girtin.

Di 5’ê Kanûna 2009’an de bi îdiaya endamê Meclîsa Paşayetî û bi alîkariya birayekî xwe teqînek li mizgeftekî bajarê Şîrzad pêk aniye bi cezayê darvekirinê hate cezakirin û di 9’ê Gulanê de hate darvekirin.

Başe piştî 44 salan çi qewimî?

Piştî 44 salan, qêrîna azadiyê ya Serhildana dibin pêşengtiya jin û ciwanan de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê destpê kir, stûnên rejîma Îranê hejand û li her aliyê welat bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ deng veda.

Lê hîna tekane diyariya rejîma Îranê ya ji bo gerdena azadîxwazan, darvekirine.

Rêxistinên mafên mirovan ên li Îranê ragihandin ku di sala 2023’yan 823 kes hatin bidarvekirin.

Li girtîgehan 34 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Li seranserî Îranê di tevahiya salê de hejmara kesên hatine girtin weke 2 hezar û 342 kez hate destnîşankirin.

Yek ji girtîgehên ku herî zêde girtî lê hatîn darvekirin jî, girtîgeha li Elbûrze ye.