Hêzên Tirk ên dagirker sibeha Pêncşemê careke din êriş birin ser gundên Til Temirê.

Dewleta Tirk a dagirker bênavber bombeyan li gundên Til Temirê dibarînin.

Dagirkeran serê sibehê gundên Dawudiye û Êrişa bombe kirin. Der barê êrişan agahiyeke berfireh bi dest neketin.

Li gundên Til Temirê yên tên bombekirin bi giranî Asûrî Suryanî hene.

Li heman herêmê Çarşemê gundên Aziziye, Til Tewilê û Dawudiyê bi giranî hatibûn bombekirin. Her wiha dagirkeran gundên Qasimiye, Rihaniye û Reşîdiye û gundikên Rimone, Danyal Gego, Yelda, Tûma û Hebîb Qerezîanê dagir kirin û gundî neçar hiştin ku koç bikin.

Dewleta Tirk a dagirker tevî komên xwe yên çete yên ji DAÎŞ û El Qaîdeyê hatin komkirin ji 9’ê Cotmehê ve ji bo dagirkirinê êrişê dibe ser Rojava. Di çarçoveya peymanên bi DYE û Rûsyayê re kir hin dever dagir kir. Ji ber êrişên dagirkeriyê bi sedan sivîl hatin qetilkirin, bi sed hezaran sivîl ji warê xwe koçber bûn. Li gorî raporên gelek rêxistinên navneteweyî di êrişan de kuştinên komî jî di nav de gelek sûcên giran ên şer hatin kirin. Rêveberiya xweser destnîşan dike ku mîna çeka fosfor gelek çekên qedexekirî jî tên bikaranîn.