Wekîlê Herêma Seîne-Saînt Denîsê Lager peymana 10’ê Cotmehê ya di navbeyna dewleta Tirk û DYE’yê de ya li ser dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê di televizyona Cnews de şîrove kir.

Lagerde got, ”Ez îdîa dikim Tirk mîna li Qibrisê wê 50 salî dî jî bimînin.”

PEYAMA ROJAVA: ÎXANETA LI HEVALBENDÊN ME MÎSOGER E

Lagerde got dagirkeriya Tirk ”peyama Rojava ye ku daye cîhanê” û diyar kir bê ka ev peyam çiye: ”Di şerekî de hevalbendiya bi me re, hema hema dibe mîsogeriya bêbextîkirinê û piştî şer jî mirov pişta xwe bide wan. Dostên me û hevalbendên me (Kurd) DAÎŞ têk birin. Ên ku DYE’yê îxanet li wan kirî û Ewropiyan ew neparastin ew in.”

JI BO GUŞARAN ÊDÎ PIR DERENG E

Lagerde her wiha got êdî pir dereng e ku guşar li ser Tirkiyê werin kirin û got, ”Rojên pêşî gelek derfet hebûn ku Ewropa li ser Tirkiyê, li ser Erdogan zexteke zêe bike.”

Lagerde her wiha got, ”Hêzek ku dikare vê bike ne Ewropaya federal e” û domand, ”Em li Ewropayê mîna ku li cîhaneke bêkêmasî bin jiyana xwe didomînin” û li dijî temaşevanbûnê helwest nîşan da.

Lagerde her wiha got ji vegera pêkan DAÎŞ’iyên ku ji dest QSD’ê reviyan a ber bi Ewropayê ve wê Serokê DYE’yê Donald Trûmp berpirs be.