Çeteyên DAÎŞ’ê ku li Iraqê û Başûrê Kurdistanê jinûve êrişên zêde kiriye, li gundê Şerkî yê Xaneqînê ku yek ji herêmên cihê nîqaşê ye, ala xwe bilind kir.

Çeteyên DAÎŞ’ê bi taybetî li herêmên Tîkrît û Ambar ên Iraqê, herêma Germiyanê ya Başûrê Kurdistanê û li Mûsil, Kerkûk û Diyalayê ku di navbera hikumeta navendî ya Iraqê û Başûrê Kurdistanê de cihê nîqaşê ne, êrişên xwe zêde dikin.

Çeteyên DAÎŞ’ê şeva 21’ê Tîrmehê avêtin ser gundê Şerkî yê navçeya Xaneqînê ya Diyalayê.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, li nuqteyeke ku hêzên artêşa Iraqê lê ne, çeteyên DAÎŞ’ê ‘ala xîlafetê’ daliqandine.

Ev yek bû sedem ku hêzên leşkerî li herêmê bikevin nava liv û tevgerê.

Lê belê dema ku leşkerên Iraqê ber bi herêmê ve bi rê ketin, ketin kemîna çeteyên DAÎŞ’ê. Hate ragihandin ku di êrişê de leşkerek hatiye kuştin û leşkerek jî bi giranî birîndar bûye.

Hêzên artêşa Iraqê beriya du hefteyan li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bi fermana Serokwezîrê Iraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Mûstafa Kazimî li herêmê dest bi operasyoneke berfireh kiribû.

Kazimî bi helîkopterê bi xwe tevlî operasyona li derdora Kerkûk û Mûsilê bûbû.