Nedayîna mazbateya hevşaredarê şaredariya bajarê Mezin a Wanê Abdulah Zeydan û darbeya li dijî vîna gel li gelek bajaran hat protesto kirin.

Li Colemêrgê û navçeya wê Geverê, piraniya wan ciwan şevê din bi hezaran kes li qadan bûn.

Gel meşek girseyî li darxistin, piştî demekê çalakiya protestoyî mezin bû, li nêzî ofîsa serokê AKP’ê yê Colemêrgê Zeydan Kaya, AKP’yiyan çek berdan hewayî.

Ciwanan jî bi kevir û fîşekên hewayî bersiv dan, polîs û tîmên taybet jî bi ava şid û bombeyên gazê êrişî gel kir,

Li Geverê jî li taxên, Yeşildere, Dizê, Orman û Cumhuriyetê ciwanan çalakî li darxistin, agir vêxistin, rê li çûnhatinê girtin.

Polîsan li vir jî bi bombeyên gazê, ava şid û fîşekên plastîk êrişî ciwanan kirin.

Yek ji cihên çalakî lê pêkhat, Sêrt bû.

Rêxistina Dem Partiyê ya Sêrtê û gel bi hev re ji ber avahiya bajêr heta qada demokrasiyê meşiyan.

Polîsên dewleta Tirk pêşiya gel girtin, li vir parlementer Sebahat Saritaş Erdogan bi tena serê xwe meşiya.

Bê navber dirûşmên Abdûllah Zeydan ne bi tenê ye”, “Bijî berxwedana Wanê, Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin, berz bû.

Her ku çû, girse qelebalix bû, gel bi gaza îsotê êriş kir, gel jî heta qada demokrasiyê bi diruşmeyan meşiyan.

Polîsan gelek kes li vir kir binçavan.

Darbeya li dijî vîna gel li Elih û Amedê jî hat protesto kirin.

Li Êlihê jî polîsên dewleta Tirk bi gaza îsotê êrişî girseya gel kirin, ciwana jî bi fîşekên hewayî bersiv dan êrişan.

Li Amedê jî li navçeya Bismil û Farqînê gel li hemberî darbeya AKP’ê meşiyan.

Bi heman armancê li Edenê navçeya Seyhan û Ceyhanê û li taxa Gulbahçe ya Stembolê jî çalakî pêkhatin.

Li Edenê navçeya wê Seyhan û Ceyhanê, li taxên Barbaros, Hurriyet, Gulbahçe, Daglioglû, Şakîrpaşa û Beledieyevelerî û Kuçukdîkîlliyê gel li hev kom bûn, bi diruşm û deng derxistinê nerazîbûn nîşandan.

Li taxên Stembolê jî ji aliyê federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst meşên bi meşale pêkhatin.