Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP’ê Dilan Dirayet Taşdemir di konferansa jinê ya ku bi dirûşma “Rêxistinbûyina me azadiya me ye” dest pê kir de axivî û got:”Çalakiya Leyla Guven dengê me hemû jinan e. Em hemû li dijî tecrîdê disekinin. Daxwaza me ne tenê rakirina tecrîdê ye, daxwaza me azadiya Birêz Ocalan e jî.”

Bi pêşengiya hevkarên Tevgera Jinên Azad (TJA) û bi beşdarbûna meclîsên jinê yên HDP’ê Konferansa jinê bi dirûşma ‘Rêxistinbûyina me azadiya me ye’ li Eywana Konferansê ya Vedat Aydin a li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dest pê kir. Li eywana konferansê wêneyên Sevê Demir, Pakize Nayır, Fatma yên di serdema qedexeya derketina derve ya Silopiyayê de hatin qetilkirin û yên Sakine Cansız, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez ku ew jî li Parîsê hatin qetilkirin hat daliqandin. Her wiha pankartên “Em ê qirkirina li ser jinê bide rawestandin û jiyanê azad bikin”, “Rêxistinbûyina me azadiya me ye” hatin daliqandin. Di konferansa ku berdewam dike de Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP’ê Dilan Dirayet Taşdemir çalakiya Leyla Guven û hemû girtiyên siyasî slav kir û axivî.

Dilanê diyar kir ku polîtîkayên ku ji Rojhilat heta Başûr tê kirin polîtikayên înakar û bişaftinê ne û got:”Em dizanin ku ev polîtikana ne niha ji dîrokê heta niha her dem tên meşandin. Hemû kes jî dizanin ku jinan li dijî van êrîşana tu carî serî netewandin.”

‘Leyla Guven bû dengên me hemûyan’

Dirayetê da zanîn ku çalakiya Leyla Guven a greva birçîbûnê çalakiyeke mafdar e û wiha domand:”Çalakiya Leyla Guven dengê me hemû jinan e. Em hemû li dijî tecrîdê disekinin. Daxwaza me ne tenê rakirina tecrîdê ye, daxwaza me azadiya Birêz Ocalan e jî.”

‘Em ê yekîtiya xwe mezin bikin û tecrîdê bi dawî bikin’

Aktivista TJA’yê Aynur Aşan peyama konferansê ya meclîsên jinê yên TJA û HDP’ê xwend û got:”Ji bo me jinan hemû qad qadên têkoşînê ne. Me di her pêvajoyê de li berxwe dan, me gotina xwe kir. Em ê di vê pêvajoyê de jî gotina xwe bikin. Me jian bi awayekî hêsan di nava siyasetê de cihê xwe negirt. Me gelek bedel da me li berxwe da. Sakine, Sevê, Pakize, Fatma û Leyla jinên Kurd ên ku bedel dane ne. Em jin di bin esasên Jîneolojiyê de xwe bi rêxistin dikin û li berxwe didin. Bi vê baweriyê me rihê têkoşîna xwe zindî kir. Bijî yekîtiya jinên Kurd, Bijî yekîtiya jinên Kurdistanê. Em ê yekîtiya xwe mezin bikin û tecrîdê bi dawî bikin.”