Îro 9’emîn salvegera şehadeta têkoşer Arîn Mîrkan e ku 5’ê Cotmeha 2014’an li Kobanê dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakiya fedayî lidar xist û hem pêvajoya têkçûna DAIŞ’ê da destpêkirin, hem jî duryanek nû li têkoşîna azadiya jinê zêde kir e.

Dayik Şehîd Arîn Mîrkan Wehîde Henan û birayê wê Beşar Genç Xemîs bi vê munasebetê ji ANHA’yê re axivîn.

Wehîde Henan destnîşan kir ku Şehîd Arîn lêgerînvanek heqîqetê bû û di vê oxirê de têkoşînek bênavber domandiye û wiha domand:

“Hîn ji zarokatiyê ve heskirina wê ji tevgera azadiyê re hebû. Şeva ku biryara tevlîbûna tevgera azadiyê da, li mala cîranan bû. Vegeriya malê û ez hembêz kirim û ‘got ez ê mizgîneyekê bidim we’, lê me nedizanî ev mizgînî çi ye. Şeva çû me zanî mîzginiya wê çi bû.”

Dayê Henan got:

Keça wê bi têkoşîn û çalakiya xwe nirxê herî pîroz afirandiye, ew ne tenê keça min û şehîda min e, ew şehîda bi milyonan gelê Kurd e. Bi sedan riya Arînê şopandin. Îro bi sedan Arîn hene û dê Kurdistanê azad bikin.

Birayê şehîd Arîn Mîrkan Beşar Genç Xemis ku ew jî niha şervanê YPG’ê ye da zanîn ku piştî şehadeta Arîn Mîrkan, navê gundê xwe (Gundê Husê) wekî Gundê Mîrkan guhertine.

Beşar got; Ewê xeta xwîşka xwe û tevahî şehîdan bişopîne.