Dayikên Tirk û Kurd ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan zarokên wan di greva birçîbûnê de ne, xwestin ku tavilê dawî li tecrîdê were anîn.

Atîlla Coşkûn Uzer ê ji navçeya Erdîş a Wanê ye, Tirk e. Uzer 115 roj in li Girtîgeha Tîpa T a Patnosê di greva birçîbûnê de ye. Engîn Ûlûgana Kurd e û 74 roj in li Girtîgeha Hejmara 1 a Alîaga ya Îzmîrê di greva birçîbûnê de ye. Bavê Ûlûgana ku nexweşekî giran e li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê tê girtin.

Dayika Engîn Ûlûgana Guneş Ûlûgana di serî de Wezareta Edaletê bang li hikumeta Tirk kir ku bersivê bide vê daxwaza mafdar û rewa. Dayik Ûlûgana got, “Em li mala xwe jî nerehet in. 74 roj in kurê min di greva birçîbûnê de ye. Her kesên di greva birçîbûnê de ne mîna kurê min e. Pariyek nan ji qirika min danakeve xwarê. Bila tecrîd êdî bi dawî bibe.”

Nadîde Coşkûn Uzer a 80 salî ku li Erdîşê ye got, “Berî ku zarokên me bimirin divê rayedar tavilê bikevin nava liv û tevgerê. Em dayik gelekî diêşin. Em nizanin bê niha çi bikin. Divê hikumet çareseriyekê ji van grevên birçîbûnê re bibîne.”