Dayikên gerîla yên li Qamişloyê tevlî ‘Meşa Rûmetê ya li dijî Dagirkerî û Xiyanetê’ bûn, bang kirin; “Êdî bes e ji PDK’ê re, bila destên xwe ji ser zarokên me vekişîne.”

Dayikên gerîla Xalya Necar û Menîca Heyder neazîbûn nîşanî helwesta PDK’ê ya li dijî gerîla dan. Dayikan gotin, “Êdî bes e, destê xwe ji ser zarokên me vekişînin.”

‘HÛN NIKARIN GERÎLA JI GEL QUT BIKIN’

Xalya Necar got, “Gerîla gel e, gel gerîla ye” û wiha dewam kir, “Zarokên me li çiyayên Kurdistanê li dijî dewleta Tirk li ber xwe didin. Lê belê PDK êrişî zarokên me dike. Êdî bes e. Xwe ji zarokên me vegirin. Êrişî zarokên me nekin. Hûn nikarin gerîla ji gel qut bikin. Gel jî ji gerîla qut nabe. Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe piştgiriyê bide zarokên xwe. Em li pişt gerîla ne. Bila PDK xwe ji zarokên me vegire. Eger êrişî zarokên me bikin, em ê sînoran nas nekin. Em ê kesî nas neke.”

‘EM Ê BIBIN MERTALÊN ZINDÎ’

Dayika gerîla Menîca Heyder jî anî ziman ku ew ji bo piştgiriya gerîla daketine qadan û got, “Ev demeke li dijî gerîla êrişên hovane têne kirin. Dewleta Tirk di êrişan de çekên kîmyewî bi kar tîne. Tevahiya cîhan û rêveberiya Başûrê Kurdistanê li pêşberî vê rewşê bêdeng in. Em vê helwesta PDK’ê şermezar dikin. Çi dibe bila bibe dayik wê her tim piştgiriyê bide zarokên xwe. Em ê rê nedin PDK’ê û dewleta Tirk. Eger ev polîtîkayên şaş dewam bikin, dayikên gerîla wê li pêşiya PDK’ê bibin mertalên zindî û zarokên xwe biparêzin.”