Dayîkên Şemiyê bo cara 980’an li Stenbolê li Qada Galatasarayê hatin cem hev.

Vê heftê faîlên Komkujiya Basayê pirsîn.

Beriya 28 salan 11 kes hatin binçavkirin, di mînîbusê de hatin gulebarankirin û şewitandin.

Xwişka Hasan Ocak Masîde Ocak daxuyanî xwend.

Masîde Ocak xwişka Hasan Ocake ku, 21’ê adara 1995’an bi îşkencê tê qetilkirin, cenazeyê wî li Goristana Bêkesan hat dîtin.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin:

980 heftene em qîr dikin, li ser vê axê bi sedan mirov di bin çavan de hatin windakirin, tu faîl û ti berpirsyar nehatin cezakirin. Siyaseta înkar û necezakirinê, kir ku em negihin miradê xwe, û edalet pêkneyê. Her roja şemiyê em dosyayên windakiriyên xwe yên van gotinên me piştrast dikin ji Qada Galatasarayê parve dikin û ji bo rastî di hişê civakî de cih bigirin têdikoşin.

Vê heftê em ji bo Komkujiya Basayê edaletê dixwazin. 10-12’ê Çileya 1996’an eskeran avêtin ser gundên Gîri û Xoranê yên Basaya Şirnexê. Abdullah Îlhan, Ahmet Kaya, Ali Nas, Neytullah Îlhan, Halit Kaya û Ramazan Oruç binçav kirin.

Birin Tabûra Eskerî ya Cendirmeyan a Şikeftiyanê. Cendirme, 15’ê Çileya 1996’an, li keyayê gundê Bizinan Mehmet Oner ku di heman demê de cerdevane geriyan û jêre gotin wê girtiyan berdin. Jê Xwest dolmîşekê ji wan re bişîne. Mehmet Oner ket nava şikan, ajokar bi tenê neşand, cerdevan Hamît Yilmaz, Abdulhalim Yilmaz û Lokman Ozdemir pêre şand.

Dema ajokar Ramazan Nas bi dolmîşa plakeya wê 56 AH 320 çû Tabûra Fermandariya cendirmeyan a Taşkonakê, di rê de rawestandin û kuştin. 4 cerdevan û 6 gundî bi giştî 10 kes kuştin û bedena wan bi qoltixên maşîneyê ve girêdan û şewitandin. Pêşî gulebaran kirin û piştre şewitandin. Ajokarê dolmîşê yê xwest bireve, polîsan fûşek berdan wî û kuştin. Cenaze nedan malbatê, eskeran bi komî veşartin.

Serfermandariya Artêşê 16’ê çileya 1996’an li gel hin rojnamegeran bi helîkopterê çûn Bassa. Serbaz Ogûz Kalelîoglû li cihê bûyerê daxuyanî da rojnamegeran û got: ‘PKK’ê ev komkujî pêk anî. Agirbesta îlan kiribûn xerakirin. Li cihê bûyerê tenê 20 deqe sekinîn. Nehiştin gundî û şahidên bûyerê biaxivin. Paşê heyetek ji ÎHD’ê û Koma Xebatê ya Ji bo Aştiyê çûn cihê bûyerê.

Agahiyên şahidan dan, li dijî agahiyên serbaz bûn. Derket holê, ne PKK’ê dewletê ev komkujî kir. Malbatan serî li gelek cihan dan. lê hemû bê encam man. Komkujî birin dadgeha Mafê mirovan a ewrûpa, wan Tirkiye mehkum kir. 2009’an Wezîr Adnan Ekmen got:

‘Dema bûyer hat lêkolînkirin, derket karê Jîtemê ye. 2012’an Fermandarê Boluka Cendirmeyan a Şirnexê Serbaz Ozcan Tozlu di dema Ergenekonê de îfade da dadgehê û got ‘Beyî destûra eskeran çûk nedifirîn. Komkujiya Basayê bi destûra Fermandarê Tugaya Piyade ya Akçayê Selahattin Ugurlu, dibin çavdêriya Serheng Levent Goktaş de, ji aliyê Ahmet Ozalp û 6 cerdevanên xizmên wî pêk hat.

Lazime komkujiya Basa bê ronîkirin, berpirsyar bên darizandin. Çend sal derbas bibin bila derbas bin 11 mirovên me yên di Komkujiya Basayê de hatine qetilkirin û hemû windakiriyên me em dest ji daxwaza edaletê bernadin.

Keçên Ahmet Kaya yê di komkujiya Basa de hat qetilkirin Emîne Kaya û Leyla Kaya jî wiha got:

Bavê min qetilkirin û şewitandin. Hûn ê vê şerma xwe çava veşêrin? Ji bo ev şerm neyê veşartin û edalet pêk were li vir in. Em qet ji bîr nakin û dixwazin edalet pêkwere.