Rêxistina îstîxbaratê ya dewleta Tirk (MÎT) bi rêya eniya Tirkmen li Kerkûkê li dijî vekirina bargeha hevbeş a ewlekariyê ya navbera pêşmergeyan û hêzên ewlekariya Kerkûkê dek û dolaban digerîne.

Di dema bihorî de hêzên pêşmerge û hêzên ewlekariya Kerkûkê bi armanca parastina navçeyê biryara vekirina baregeheke hevbeş li bajarê Kerkûkê dabûn. Lê Eniya Tirkmenî ya nêzîkê Tirkiyê ev demeke ji bo hilweşandina wê biryarê bi aliyên ewlekariya Kerkûkê re dicive û hevdîtinan pêk tîne.

Ji bo wê yekê jî Eniya Tirkmenî serdana Berpirsê Yekem ê Ewlekariya bajarê Kerkûkê Sead Herbî û Valiyê wekaletî Rakan Cibûrî kiriye û daxuyaniyek derbarê wê baregeha hevbeş de pêşkêşî wan kirine.

Ji bo bajarê Kerkûkê projeya dewleta Tirk a dagirker heye û ti gumanek nîne ku vê li dijî her xebatekî ku zirarê bide projeyên wî derbikeve. Ji ber ku niha nikare bi awayeke yekser û rasterast destwerdana kar û barê Kerkûkê bike, lewma bi rêya Tirkmenan wê yekê pêk tîne. Karên ku Eniya Tirkmen li Kerkûkê dike metirsîdarin, ji ber ku bi awayeke eşkere diyar dibe ku ew karên dike bi destûra Tirkiyê tê kirin û destê MÎT’ê li pişt wê heye. Hewldana ji bo pêkanîna karên bi vî rengî gefeke li ser ewlekarî û asayîşa bajarê Kerkûkê, her wiha ji holê rakirina yekîtiya neteweyî û yekgirtina hêzan a li bajêr e.

Di dema bihorî de ANF’ê bi hûrgulî qala tevgerên MÎT’ê ya li bajarê Kerkûkê kiribû weke mînak avakirina hêz û perwerdekirina wan a ji aliyê Tirkiyê ve. Wan hemûyan jî bi rêya Eniya Tirkmenî ve hatiye pêkanîn, li wir em dikarin bipirsin bê ka eger pêwîstiya bajarê Kerkûkê bi vekirina baregeha hêzên hevbeş nebe, çima pêwîstî bi amadekirina 400 çekdaran a ji aliyê Tirkiyê ve heye?

Li bajarê Kerkûkê beriya niha rêxistina MÎT’ê çendîn çalakî pêkanîn û ya herî ber bi çav jî teqîna li navçeya Musella ya bajarê Kerkûkê ye. Derbarê wê mijarê de Rêxistina Îstîxbarata Iraqê du tawanbar destgîr kir ku her du jî endamên rasterast ê MÎT’ê bûn.

Li gorî agahiyên ku beriya niha gihîştibû destê ANF’ê, heman roj Enniya Tirkmenî bi wê armancê serdana Bexdayê dike û hewldide ku wana serbest bên berdan. Ew yek jî îsbata wê rastiyê ye ku Eniya Tirkmenî girêdayî MÎT’ê ye û li ser yekîtiya di navbera hêz û neteweyên bajarê Kerkûkê gef e.

Ji niha ve Eniya Tirkmenî ya nêzî Tirkiyê ji bo têkdana lihevkirina hêzên pêşmerge û hêzên elwekariya bajêr dixebtin ku nehêlin ew baregeha ku biryara wê hatibû girtin bê çêkirin. Aliyên Kurdî jî ji vê rastiyê haydar in û heya niha ti helwesteke wan a li hemberî Eniya Tirkmenî ku şev û roj hewldidin hebûna Kurdan ya li Kerkûkê nehêlin, nîşan nedane.

Ya ku herî dawî girînge were gotin ew e ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bêyî ku şerm bike çavê xwe li êrîşên dewleta Tirk a dagirker ya li ser Heftanîn digire û PKK’ê sûcbar dike û rewabûnê dide êrîşên Tirkiyê yên li ser Heftanînê. Ji niha ve çavê xwe li helwestên Eniya Tirkmenî û hewldanên Tirkiyê ku yakser dagirkerî û metirsîdar e digire.

PDK ji hemû mijarên ku li dijî yekîtiya neteweyî ya Kurdan be amade ye û bi dehan daxuyanî bide, lê li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û Eniya Tirkmenî ya li ser bajarê Kerkûkê bê deng e û ji xwe re nake pirsgirêk.