Komxebat li oteleke bajarê Amedê bi dirûşma Bi hev re mil bi mil pêkhat.
Namzetên hevşaredariyên bajarê Mezin ê Amedê, yê Dem Partiyê Serra Bucak û Dogan Hatun bi saziyên civakî re hatin cem hev.
Li daxwaz û pêşniyarên saziyên civakî guhdar kirin.
Ji Komîsyona Amadekariyê ya Danezana Amedê Rojda Yildiz diyar kir ku tevgera siyasî ya Kurd ji sala 1999’an û vir ve xebatên ku di rêveberiyên xwecihî de dimeşîne, wê jiyana çanda kolektîf ji nû ve ava bike.
Namzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn bal kişand ser êrîşên dewletê yên li ser çand û zimanê Kurdî.