Tan: Kurd divê biryara xwe bidin, gelo ew dixwazin wekî Kurd bijîn, an na; heke naxwazin hebûna xwe, nasnameya xwe ya neteweyî ji dest bidin, divê li çand û zimanê xwe xwedî derkevin, ji bo ev ziman û ev çand bijî, çi ji destê kê tê divê bike.

Kovara Hawarê bêguman pîvangeke wêjeya Kurdî ye. Kovara ku rewşenbîrên Kurd ên di serdema avakirina Komara Tirkiyeyê de, ji ber zextan mecbûr man û çûn Sûriyê derxist, bû 89 salî. Wekî qonax û çerxeke dîrokî, Kovara Hawarê di dîroka xebatên Kurdî de roleke taybet lîstiye. Di 15’ê gulana sala 1932’yan de li Şamê bi pêşengiya Celadet Elî Bedîrxan û hogirên wî Kamûran Bedirxan, Qedrîcan, Osman Sebrî, Cegerxwîn û Nûredîn Zaza di dîroka xebatên Kurdî de rûpeleke nû hate vekirin. Kovara Hawarê her çend bi tîpên erebî di destpêkê de xebatên xwe birêve biribin jî, piştre bi biryareke radîkal ber û bergeha xebatên Kurdî guherand û hejmarên mayî bi tîpên latînî derxist.

QONAXA XWEBÛNÊ

Qonaxa xwebûnê, hawara zanîn û têkoşîna zimanê Kurdî, Kovara Hawar ji sala 1932’yan heta 1943’yan de ango 11 salan weşana xwe domand û 57 hejmar çap bû. Ji çapên kovarê yên destpêkê 23 jê bi alfabeya Latînî-Erebî, hejmarên din jî tenê bi alfabeya latînî hate çapkirin. Yekemîn hejmara Kovara Hawarê di 15’ê Gulana 1932y’an de derket û heta 15’ê tebaxa 1943’yan, 57 hejmar derketin. Cîhê xebat û weşandina kovarê paytexta Sûriyeyê Şam bû. Kovara Hawar, kovarekî polîtîk û wêjeyî bû û ji aliyê Celadet Elî Bedirxan ve dihate derxistin. Kovara Hawar ku di dîroka weşangeriya Kurdî de xwedî cihekî girîng e, alîkariyeke wê ya mezin ji bo zimanê Kurdî çêbûye. Di kovarê de bi giranî lêkolîn, çîrok û helbestên bi Kurdî, ji wêjeya Kurdî nivîsên bijartî hatin weşandin.

‘ZIMAN ŞERTA HEYÎNÊ YA PÊŞÎN E’

Kovara Hawar çavkaniya xwe ji mîrateya wêjeya klasîk a Kurdî digre. Celadet di hejmara pêşîn û di rêzên pêşîn a kovarê de wiha dibêje: “Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. Xwenasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike. Her kesê ku xwe nas dike; dikare xwe bide nas kirin. Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê me wê bide naskirin. Lewma ku ziman şerta heyînê ya pêşîn e.”

TÎPÊN LATÎN

Helbet ceribandina alfabeya latînî, bi ekola Hawarê ve nikare bê girêdan. Beriya Hawarê li nav Kurdên Sovyetê, hewldana afirandina alfabeya Kurdî-Latînî ji aliyê Erebê Şemo û Îsheq Maragulov ve hatibû kirin. Ew prose tenê ne li nav Kurdan, her wekî din li nav welatên cîran nemaze jî li nav Tirkan weke ‘înqlaba tîpan’ derketibû meydanê û encam û serencama polîtîkaya neteweyî destnîşan dikir. Lê Kovara Hawarê wê demê bi wê biryarê ku li gorî kodên wê demê biryareke gelek radîkal bû, alfabeya latînî li ser wê serdemê ferz kir û dirûvê xwe da gelek xebatên Kurdî. Ev biryara Kovara Hawarê, di nav xwe de teqabulî rastiyeke dema xwe dikir. Daner û kedkarên kovarê, xwestin ku bi bikaranîna alfabeya latînî, berê Kurdan, feraseta Kurdan û dahatûya Kurdan bidin Rojava-Ewropayê. Di vir de îxtîmalen faktora tesîra Fransiyan jî heye lê tiştê ku wê demê ji aliyê dewletan ve dihatin kirin, ji aliyê Celadet Bedirxan û hogirên wî ve hatin kirin.

WÊJEYA KURDÎ

DiKovara Hawarê de li gel weşana Kurdî, rûpelên Frensî û Erebî jî hebûn. Di her hejmarekê de 3-4 rûpelên frensî jî hebûn. Heta hejmara 23’yan nivîsên Kurdî yê kovarê bi alfabeyên latînî û Erebî derdiketin. Piştî vê hejmarê ew temamî êdî bi latîni dihat weşandin. Naveroka hemû hejmara dora 808 rûpelan vedigirt. Di hejmarên pêşîn da zêdetir nivîsên Celadet û birayên wî Kamûran Elî Bedirxan ku êdî ew jî wê çaxê hatibû Lûbnanê derdiketin. Piştî hejmara çarê gelek navên din jî tev li wan bûn û gelek ji wan di demên dawîn de di wêjeya Kurdî de bûn kesên navdar.

CEJNA ZIMANÊ KURDÎ

Ew tradîsyona ku bi Hawarê derket meydanê û wekî saziyeke dewletan e geşe da, lewma îro ji bo xebatên Kurdî girîng e. Ji ber aliyê wê yê dîrokî û aktûel, di sala 2006’an de roja damezirandina Kovara Hawarê (15’ê Gulanê) weke cejna zimanê Kurdî hate qebûlkirin. Ev roj her sal li seranserî Kurdistanê tê pîrozkirin.

‘BI HEWARÊ BINGEHEK XURT JI BO GEŞBÛNA ZIMAN HATE DANÎN’

Bi boneya 1’ê Gulanê, cejna zimanê Kurdî me xwe gihand Zimanzan Samî Tan û têkildarî girîngiya cejna zimên, polîtîkayên pişaftinê û xebatên li ser zimên heyvpeyvînek kir.

Zimanzan Tan destnîşan kir ku Kovara Hawarê cara pêşîn wekî qadeke sereke mijara zimên xiste rojeva Kurdan û wiha axivî: “Ji bo geşkirina zimanê Kurdî ji alfabe û rêziman dest pê kir, bi hevalbendî û piştevanî gelek navên mîna Qedrîcan, Cîgerxwîn, Osman Sebrî, Nuredîn Zaza, Kamûran Bedirxan bingeheke xurt ji bo geşbûna zimanê Kurdî hatiye danîn. Ji ber vê taybetîya xwe Kovara Hawar destpêkeke girîng e û hêja ye ku roja destpêkirina vê xebatê wekî cejna zimanê Kurdî were destnîşankirin, lê belê ev hişmendî di nava Kurdan de dereng pêk hatiye û piştî 75 salan wekî cejna zimanê Kurdî hatiye destnîşankirin û piştî wê van pîrozbahîyan dest pê kiriye. Xweşbextane îro piranîya Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê ev roj wekî cejna zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Di vê rojê de li seranserî Kurdistanê û li derveyî welêt bi dehan çalakî têne lidarxistin.”

‘DIVÊ HIŞMENDIYA PAŞVERÛ Û QIRKER BIGUHERE’

Tan anî ziman ku polîtîkayên pişaftinê encam û berhema aqlîyet û hişmendîya netewegirîyeke paşverû ne û wiha pê de çû: “Li gorî vê aqlîyetê, divê netewesazîyeke li ser hîmê yekrengîyê were avakirin, çand û zimanên ji bilî zimanê neteweya serdest ji holê werin rakirin. Mixabin li Tirkiyeyê û dewletên ku axa Kurdan dagir kirine,  karûbar bi vê hişmendîyê hatine meşandin, ji bo tunekirina zimanên gelên bindest her cure rê û rêbaz hatine bikaranîn. Ev hişmendîya paşverû û qirker divê êdî biguhere, cihê xwe ji jiyaneke pirçandî û pirzimanî ra bihêle.  Lê mixabin hêzên desthilatdar di vê hişmendî û van polîtîkayên paşverû de pîkolîyê dikin. Ev yek jî zerareke heta mirov bêje bes, dide çand û zimanan. Ev erdnîgarîya ku berê baxçeyekî rengîn ê çand û zimanan bû, îro êdî rengê goristaneke çand û zimanan digire.”

‘KOÇBERIYA KURDAN BANDOREK NEYNÎ LI SER ZIMAN KIR’

Tan destnîşan kir ku gelek Kurd di encama polîtîkayên dagirkerîyê de, bi sedemên cur bi cur (siyasî, aborî û civakî) gelek Kurd koçber bûbûn, lê belê di salên 90î bi hezaran gund hatin valakirin, bi milyonan mirov bi darê zorê hatin koçberkirin. Tan anî ziman ku koçberkirina Kurdan bi darê zorê û valakirina gund û gundikên Kurdan bandoreke pir neyînî li ser zimanê Kurdî kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di jîngeha xwe ya suriştî de Kurdî zimanekî serdest bû, jiyan hema hema bi temamî Kurdî bû, têkilîya zimanên serdest re pir kêm bû, bi tenê di asta xwendin û nivîsandinê de derdiket pêşberî mirovan.  Bi valakirina cih û warên Kurdan re bi milyonan mirov ji jîngeha xwe ya suriştî hatin bidûrxistin, bi vê yekê re zimanê Kurdî ji bêgavî kete kuçe û kolanên bajaran. Zimanê Kurdî li bajaran, êdî wekî berê bi kêrî axêverên wî nedihat, jiyana bajaran bi zimanê desthilatdaran teşe girtibû, Kurdî bê statû bû, nebûbû zimanê perwerdehîyê. Her wiha Kurdî jî wekî Kurdan tûşî zilm û zordarîyê dihat, lewma jî gelek malbatan ji bo parastina xwe ji Kurdî dûr ketin. Di encamê de nifşên nû bi piranî hînî zimanê Kurdî nebûn, ewên ku hîn bûne jî hînî zimanekî qels û dureh (Tirkmancî) bûne. Ev rewşa kambax, roj li pey rojê kambaxtir dibe. Ji bo ev rewş biguhere, pêdivî bi plansazîyeke taybet heye, ji bo meşandina vê plansazîyê jî divê Kurdî bibe zimanê perwerdehîyê, zimanê nivîskî yê Kurdî hînî nifşên nû werin kirin.”

‘DIVÊ HIŞMENDIYA YEKPEREST WERE GUHERTIN’

Tan bilêv kir ku ji bo ku zimanên ji bilî Tirkî werin parastin divê hişmendîya yekperest were guhartin, li şûna wê hişmendîyeke demokratîk bi pêş bikeve û ev tişt li ser axaftina xwe zêde kir: “Bi vî awayî wê civakeke pirzimanî û pirçandî derkeve holê, ew jî wê derfetên pêkvejiyanê û jiyaneke yeksan û demokratîk zêdetir bibin.  Lê belê desthilatîya herî dûrî vê yekê, hê jî di polîtîkayên pişaftinê de pîkolîyê dike, naxwaze mafên suriştî yên Kurdan bipejirîne.”

‘ZIMANÊ KURDÎ BI PLANA ŞERQ Û ISLEHAT BI AWAYEKÎ FERMÎ HATIYE QEDEXEKIRIN’

Zimanzan Samî Tan, li ser pirsa li bajaran Kurdî zêde nayê axaftin sedema vê yekê çi ye? Bi van hevokan bersivand: “Bajar cihê desthilatîyê ye, zimanê Kurdî bi Plana Şerq û Islehat bi awayekî fermî hatiye qedexekirin. Li bajaran ji bo Kurdî ceza li mirovan hatiye birîn. Jiyana li bajaran li gorî zimanê Tirkî teşe girtiye. Wekî din jî bajar cihên kozmopolît in, zimanên ji bilî Tirkî û Kurdî jî hene, lewma jî li hin caran Tirkî bûye zimanê hevpar. Vê yekê kiriye ku zimanê Kurdî li bajaran qels bikeve, hejmara axêverên Kurdî kêm bibe.”

‘DIVÊ KURD ZAROKÊN XWE BI HIŞMENDIYA KURDEWAR MEZIN BIKIN’

Tan destnîşan kir ku ji bo ku Kurdî bikeve vê rewşê polîtîkayên taybet hatine meşandin û got: “ Ji bo çareserîyê jî pêdivî bi polîtîkayeke ziman, bernameyeke geşkirina ziman a domdar û birêkûpêk heye. Serê pêşî divê zimanê nivîskî yê Kurdî were xurtkirin, zimanekî li gorî jiyana bajaran were avakirin, ew ziman bi rêya dezgehên ragihandinê û perwerdehîyê bigihêje nifşên nû.  Kurd divê pergaleke perwerdehîyê ya alternatîf ava bikin, vê perwerdehîyê di sazî û dezgehên xwe de, di mala xwe da bidin zarokên xwe. Zarokên xwe bi zimanê Kurdî, bi hişmendîyeke Kurdewar mezin bikin.”

‘ZIMAN DERGÛŞA ÇANDÊ YE’

Di berdewama axaftina xwe de Tan, îşaret bi girîngiya ziman kir û wiha dom kir: “Her wekî tê gotin, ziman dergûşa çandê ye. Bi taybetî çanda gotinkî bi zimên dijî, geş dibe.  Ziman û çand hev û du xwedî dikin, geş dikin. Ziman bi berhemên çandî xurt û dewlemend, xweşik û şahîk dibe. Her wiha berhemên çandî jî bi zimanekî pehtî û xweşik balkêş û dilkêş dibin.  Her peyvek di zimên de ne tenê xwedîyê wateyekê ne, her wiha xwedanê çîrok û dîrokekê ne. Bi rêya xebatên çandî  naveroka peyv û bêjeyan, qalib û şayesan rengîntir û xweşiktir dibin. Pê re jî hêza derbirînê ya zimên bi çandê zêdetir dibe. Îro dema ku farisî tê gotin, Şehnameya Fîrdewsî tê bîra mirovan, bi heman awayî Kurdî bi çanda xwe, bi wêjeya xwe ya folklorî û nivîskî, bi wêjekarên xwe yên mîna Baba Tahir Hemedanî, Melayê Cizîrî Hecî Qadirê Koyî, Cîgerxwîn, Şêrko Bêkes, Mehmet Uzun, Arjen Arî û hwd. tê bîra mirovan.”

‘STÊRKA KURDÎ ÎRO GEŞ’

Zimanzan Samî Tan, der barê kampanyaya ziman de jî axivî û wiha pê de çû: “Ev kampanya ji bo ku Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehîyê bi hevkarîya Platforma Ziman û Tora Ziman û Çanda Kurdî tê meşandin. Di van mercên giran de dibe ku hejmareke mezin a îmzeyan kom nebe, lê dîsa jî wê daxwaza Kurdan a ji bo statû û perwerdehîyê bi awayekî xurt xwe nîşan bide.  Divê em bi vê bîr û bawerîyê beşdarî vê kampanyayê bibin û ji bo hejmara îmzeyan zêde bibe, çi  ji destê me tê divê em bikin.

Ev xebat di mercên gelekî giran a siyasî de têne meşandin, lewre jî serkeftina van xebatan pir girîng e. Ji ber vê yekê divê Kurd li van xebatan xwedî derkevin. Cara pêşîn ku 9 partîyên siyasî yên Kurdan ji bo parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî di bin navê ‘Platforma Ziman’ de hatine cem hev û xebatê dimeşînin. Her wiha Tora Ziman û Çanda Kurdî jî bi beşdarîya gelek sazî û şexsîyetan hatiye avakirin.  Divê hemû Kurdên zimanperwer li van xebatan xwedî derkevin, piştgirîyê bidin xebatên van tevgeran. Cara pêşîn e ku Kurd bi zelalî doza mafên zimanî dikin û ji bo vê yekê bêyî ku guh bidin cudatî û dubendîyên siyasî, bi hişmendîyeke sivîl û demokratîk xwe bi rêxistin dikin.  Ev yek jî nîşan dide ku stêrka Kurdî îro geş e û her ku diçe wê geştir bibe.”

‘KURD DIVÊ BIRYARA XWE BIDIN’

Tan, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Kurd divê biryara xwe bidin, gelo ew dixwazin wekî Kurd bijîn, an nasnameya ku li ser wan tê ferzkirin wê qebûl bikin? Li gorî  wê divê tevbigerin, heke naxwazin hebûna xwe, nasnameya xwe ya neteweyî ji dest bidin, divê li çand û zimanê xwe xwedî derkevin, ji bo ev ziman û ev çand bijî, çi ji destê kê tê divê bike. Ev bar li ser milên me hemûyan e, divê em vî barî hilgirin, her yek ji me divê ji xwe, ji derdora xwe dest pê bike.”