‘Destên xwe yên bi xwîn ji Rojava vekişînin’

‘Destên xwe yên bi xwîn ji Rojava vekişînin’

Çalakî ji aliyê Komîteya Rojava ya Ûppsala ve hate organîzekirin û roja Pêncşemê saet 17:30’î li meydana Slottsbackenê pêk hat.

Çalakgeran ku gelek Swêdî jî di nav de hebûn, alên YPG, YPJ, PYD, PKK û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclaan hildan.

Girseya gel bi meşaleyan ber bi meydana Stor a li navenda bajêr meşiya û dirûşmên “Destên xwe yên bi xwîn ji Rojava vekişînin”, “Artêşa Tirk ji Efrînê bicehime”, “Piştgirî ji bo Kobanê”, “Faşîst, kujer dewleta Tirk”, “Faşîst Erdogan”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Kobanê” qîriya. Di çalakiyê de li ser êrîşên dewleta Tirk ên li Rojava belavok hatin belavkirin.

DEWLETA TIRK Û DAÎŞ BI HEV RE DIJMINATIYÊ LI KURDAN DIKIN

Bi navê Komîteya Rojava ya Ûppsalayê Sanna Svensson li meydana Storê axivî û bi bîr xist, Kurdan li Kobanê hêza DAÎŞ’ê ya pişta xwe dispêre Tirkiyeyê têk bir. Svensson got, “Em dibînin ku dewleta Tirk ji doh ve bi tank û fuzeyan êrîşê dibe ser sivîlên li Kobanê. Dewleta Tirk Sibata vê salê Efrîn dagir kir. DAÎŞ û dewleta Tirk li heman refî cih digirin û bi hev re dijminatiyê li Kurdan dikin. Welatên rojavayî tenê li van êrîşan temaşe dikin. Ev ne ya qebûlkirinê ye. Ji bo parastina şoreşa Rojava divê em xwe hîn bi xurtî bi rêxistin bikin û ji welatên rojavayî bixwazin ku li ber êrîşên dewleta Tirk rabin.”

TÊKOŞÎNA LI KOBANÊ JI BO HEMÛ MIROVAHIYÊ YE

Midûrê Şaxê Şaredariya Ûppsala û Serokê Koma Partiya Çep Tobîas Svedberg jî got, “Têkoşîna li Kobanê ji bo hemû mirovahiyê ye. Têkoşîna ji bo mafên mirovan e ku em hemû li ser hemfikir in. Têkoşînek ji bo jiyana azad, mafên wekhev ên jinan e.”

Svedberg anî ziman, berxwedana li Rojava û Kobanê bû hêvî ji hemû bindestên li çar aliyên cîhanê.

EM Ê TEVLÎ KARÊ JINÛVE AVAKIRINA ROJAVA BIBIN

Serokê Partiya Çep ê Bajarê Ûppsalayê Torbjorn Bjorlûnd bi bîr xist ku partiya wan demeke dirêj e destekê dide têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û got, “Ji bo Rojava em ê dest bi kampanyayê alîkariyê bikin. Dema ku Rojava rojekê bi temamî azad bû, wê pêwîstiya xwe ji bo jinûve avakirinê bi hin çavkaniyan hebe. Weke Partiya Çep em ê tevlî vî karî bibin.”

Erîk Stromberg bi navê Federasyona Ciwanên Sendîkayî axivî û anî ziman, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kobanê ji helwesta welatên emperyalîst ne cuda ye.

Keçeke 6 salî ya bi navê Vîjan jî stranek li ser Efrînê û hunermend Evîn Akbaş jî 2 stran li ser gelê Rojava gotin.

Di dawiya xwepêşandanê de dirûşm hatin qîrîn û êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.

NAVNÎŞANÊN ME

NAMEYÊN DÎLÊN AZADIYÊ

NAMEYÊN DÎLÊN AZADIYÊ