Balafira bê mirov û bi çek a artêşa Tirk, derengiya şevê derdora Bendava Başût a Derîkê bombe kir.
Ev benda dikeve rojhilatê bajarê Derikê.
Balafiran her wiha, îstasyona Zarbe û Ewde yên li navçeya Tirbespiyê jî 5 caran bombe kir.
Ji ber bombebaranê ziyanên madî çêbûn.
Dewletea dagirker ji 23`ê Kanûna 2023`an ve êrişî rojavayê Kurdistanê dike.
Di êrişan de 11 welatî şehîd, zêdetirî 20 welatî jî birîndar bûn.