Dewleta Tirk li pênc gundên navçeya Dihê ya Sêrtê, bi hinceta operasyona leşkerî derketina derve “qedexe” kir.

Artêşa Tirk a dagirker bi hinceta operasyonê saet di 09:00 de li 5 gundên li navçeya Dihê ya Sêrtê derketina derve qedexe kir.

Dewleta Tirk li bajar, navçe û gundên Kurdistanê bi rêk û pêk derketina derve qedexe dike. Li Bakurê Kurdistanê ku di pratîkê de rejîma Rewşa Awarte li ser kar e, bi salan e li gelek herêman derketina derve qedexe ye.