Dewleta Tirk a dagirker kiryarên xwe yên bi armanca guhartina demografiya herêmên ku dagîr kirine, didomîne.

Bi darê zorê penaberên Sûriyeyî ji xaka Tirkiyeyê derdixîne û wan li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê bi cih dike.

Duh jî dewleta Tirk a dagirker bi rêya deriyê sînor 320 penaberên sûriyeyî bi darê zorê ber bi kantona Girê Spî ya dagirkirî ve şandin û radestî çeteyên wê yên Polîsên Leşkerî kirin.

Da ku wan li herêmên koçberan bi cih bikin.

Bi vê yekê re hejmara penaberên bi darê zorê di vê mehê de hatine şandin bû 980.

Di meha borî de jî hezar û 490 penaber ber bi kantonê ve hatin şandin.

Ji dema rayedarên tirk di Nîsana par de ragihandin ku ewê milyonek penaberên sûriyeyî ji xaka xwe ber bi herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê ve bişînin, hejmara penaberên hatine şandin bû 26 hezar û 480.