Di ‘Doza Nisêbînê’ de dadgehê nehişt ku malbat têkevin eywanê. Girtiyan jî ev biryar protesto kirin û sloganên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî berxwedana zindanan’ berz kirin.

6’emîn danişîna Doza Nisêbînê ku 53 kesên di ‘qedexeya derketina derve’ ya 26’ê Gulana 2016’an de ji navçeyê hatin tahliyekirin, tên darizandin, di bin dorpêça polîsan de pêk hat. Ji ber ku li gorî kapasîteyê salon nehat dîtin daneşîn li Salona Konferansê a SGK’ê ji aliyê 4’emîn dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê pêk hat. Ji 53 kesên ji dozê tên darizandin ku derbarê wan de cuda cuda “muebeta giran” tê xwestin 8 jê jin bi giştî 40 kes anîn salonê.

 Ji ber ku bi hinceta li salonê cih tune û tenê destûr dan girtî û parêzer derbasî salonê bibin û di navbera wan de jî esker bi cih kirin, nîqaş derketin. Li ser vê biryarê girtiyekî bertek nîşan da û got, “Heta malbat neyên salonê em îfadeyê nadin.” Li ser vê heyeta dadgehê berî ku daneşîn bê destpêkirin, navber dayê.

GIRTIYAN HEYETA DADGEHÊ PROTESTO KIRIN

Piştî navber ku saetekê berdewam kir heyeta dadgehê ji girtiyan re got, “We bertek nîşanî negirtina malbatan a li salonê da ji ber wê me biryara ku ji bo her kesekî cuda cuda bi numareyên nuh dosya bên vekirin û doz cuda cuda bê dîtin da.”

Piştî biryara ku hat dayîn heyeta dadgehê ji leşkeran re got “Hûn dikarin wan bibin” girtiyan jî biryara dadgehê li ser piyan bi çepikan şermezar kir. Girtiyan di dema ku li çepikan dan dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bimire tecrîd” û “Bijî serok Apo” berz kirin û salon terikandin.

Darizandin wê ji niha û şûnde li ser 53 dosyayên ji hev cuda bê kirin û ew ê dîroka danişînan jî biguhere.