Duh li rojhilatê girava Balî ya Endonezyayê bi pileya 7,0 erd hejiya. Di erdhejê de herî kêm 37 kes mirin.
Rayedaran hişyariya tsûnamiyê dan û bang li gel kirin ku derkevin cihên bilind.
Piştî çend seatan hişyariya tsûnamiyê hate rakirin û hate diyar kirin ku erdhej 10 kîlometere di binê erdê de çêbûye. Di erdheja hefteya derbasbûyî de jî 17 kes mirîbûn.