Komxebata 2mîn ya Sûriye bi şîara ′Stratejiya dîrokî ya têkiliyên Kurdî-Erebî, bi beşdariya 150 kesayet ji pekhateyên cûda, hate pêkanîn û bi encamnameyekê bi dawî bû.

Endamê PYD′ê Xalid Omer encamname xwend û got;

“Di 28′ê Îlona 2023′yan de, li ser banga PYD′ê Komxebata 2′mîn a Sûriye, li bajarê Reqayê hate pêkanîn.

Omer dazanîn ku komxebat, bi 2 rûniştinan pêk hat û rola stratejîk a têkiliyên Ereb û Kurdan di çareserkirina aloziya Sûriye de, girîngiya têkiliyê di aloziyên heyî yên li Rojhilata Navîn de hatin nîqaşkirin.

Di nêrînên beşdaran de girîngiya pêkanîna nêrîna Rêber Apo ya li ser têkiliya gelan hate destnîşan kirin. Çarenûsa hevbeş ya gelan û civakên herêmê jî, di pergala ewlehiya xurt û berxwedana li hemberî hêzên dagirker de hate destnîşan kirin.

Beşdaran destnîşan kir ku çareserkirina aloziya Sûriye, bi rêya çalakkirina rola nîştimanî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye de ye.

Divê ev sîstem li deverên din ên Sûriye jî werê avakirin. Çareseriya kirîza Sûriye bi vî rengî wê werê çareser kirin.

Beşdaran got; Bi saya Fikrên Rêber Apo, projeyên nijadperestî û neteweperestî yên herêmê têk diçin. Ji bo jî em bang li serokeşîr, rûspiyên eşîran û kesayetên siyasî dikin ku erkê xwe yê dîrokî û pêşxistina xwişk û biratiya gelan pêkbînin.

QSD′ê tevahî pêkhateyên herêmê diparêze, plan û komployên dijmin jî têk birin.

Em bi hemû hêza xwe piştgiriyê didin QSD’ê.