Rêveberiya DYE’yê ev demeke her hefte ye îdîa dike ku di her kêliyê de dibe ku dagirkerî çêbibe. Washîngtonê roja Înê jî israr kir ku Rûsya ‘di her kêliyê de’ dikare Ûkraynayê dagir bike.

Rûsyayê di halê hazir de zêdeyî 100 hezar leşkerên xwe li herêmên nêzî sînorê Ûkraynayê bi cih kiriye. Rûsya her wiha li Belarûsê û Derya Reş tatîbqatan dike û bi rengekî defaktor Ûkraynayê dorpêç dike.

Serokê DYE’yê Joe Biden roja Şemiyê bi hempîşeyê xwe yê Rûs Vladîmîr Pûtîn re axivî û hişyarî da ku eger dagirkerî çêbibe wê ji bo Rûsyayê encamên xwe ‘bi lez û tund be’.

Şêwirmendê dîplomatîk ê Pûtîn Yûrî Ûshakov nerazîbûn nîşan da û got, “Helwestên hestewarî gihîştiye asta herî bilind.”

Ûsakov diyar kir ku Pûtîn û Biden li hev kirin ku “di her astê de danûstandinan bikin.”

Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê Antony Blinken jî roja Şemiyê bi hempîşeyê xwe yê Rûs Sergey Lavrov re axivî û hişyarî da ku ji bo afirandina bahaneya şer dibe ku ‘provokasyona Rûs’ rû bide.

Moskowa ji destpêkê ve îdîa dike ku nêta xwe ya ji bo dagirkirinê nîne û ji NATO’yê jî dixwaze ku dest nêta xwe ya berfirehbûnê berde û Rojavayî piştgiriyê nedin Ûkraynayê. Rûsya Ûkraynayê weke parçeyek ji qada xwe ya bandorê dibîne.

Pûtîn di hevdîtina bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re nerazîbûn nîşan dabû ku di asteke mezin de çekên modern ji Ûkraynayê re hatine dayin.

Di vê navberê de hejmara welatên ku bang li welatiyên xwe dikin ji bo ji Ûkraynayê derkevin zêde bû. DYE, Elmanya, Îtalya, Qraliyeta Yekbûyî, Hollanda, Kanada, Norwêc, Awûstralya, Japonya û Îsraîl çend ji wan e.

Şîrketa rêyên hewayî KLM jî heta fermaneke nû biryar da ku seferên xwe yên ber bi Ûkraynayê ve betal bike.

Moskowa jî diyar dike ku ew ji “provokasyona” aliyên hevrik fikaran dike û beşek ji personelên xwe yên dîplomatîk ên li Ûkraynayê vekişand.

Serokkomarê Ûkraynayê Volodîmîr Zelensky daxuyaniyên DYE’yê weke “nîşandana alarmê” nirxand û rexne kir.

Zelensky têkildarî êrişeke gengaz û got, “Ev agahî hemû ji bilî afirandina panîkê bi kêrî tiştekî nayê û alîkariyê nade me.”

Li Kîevê roja Şemiyê bi hezaran kes daketin qadan û diyar kirin ku wê rê nedin panîkê.

Rojavayî dibêjin ku ev krîz ji bidawîbûna Şerê Sar û vir ve krîza herî metirsîdar a li Ewropayê ye.

Li gorî senaryoya şer a ku Qesra Spî nîşan dide, Rûsya dibe ku êrişên hewayî bike, fuzeyan biavêje û êrişî Kîevê bike.