Wezîra Karên Derve ya Kanadayê Mélonie Joly, daxuyand ku dîplomatekî Çînî hatiye dersînorkirin û got, “Em ê li karên xwe yên navxweyî destwerdana derve qebûl nekin.”

Çîn, duyemîn şirîkê herî mezin ê bazirganiyê yê Kanada, hukûmeta Ottawa bi “sabotekirina” têkiliyên dualî yên jixwe xerabûyî sûcdar kir.

Sefîrê Çînê ya li Kanadayê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku “Çîn dê tedbîrên tund bigire” û diyar kir ku ji encamên wê Kanada wê berpirsyar be.

Sefîrê Çînê bertek nîşan da ku hikûmeta Justin Trudeau “ne tenê hiqûqa navneteweyî, di heman demê de normên bingehîn ên têkiliyên navneteweyî jî bi giranî binpê kiriye.”

Li aliyê din Wezîrê Karên Derve yê Kanadayê bal kişand ser girîngiya “parastina” demokrasiya welêt û got, “Ev biryar piştî nirxandina van hemû faktoran hat girtin.”

Li gorî medyaya Kanadayê, Zhao Weî ku li Konsolosxaneya Çînê ya li Torontoyê dixebite, dê di nava 5 rojên pêş de bê dersînorkirin.

Wei, bi hewldana tirsandina parlementerekî muhafezekar a Kanadayî tê sûcdarkirin. Tê îdiakirin ku parlementerê Kanadayî Michael Chong û malbata wî ji ber rexneyên li Pekînê bi taybetî jî mijara Uygurê, di bin zexta Çînê de ne.

Ji bo ku hikûmeta Justin Trudeau li dijî Çînê dengê xwe bilind bike, bi hefteyan zext li hikûmetê tê kirin.

Têkiliyên di navbera Çîn û Kanadayê de bi taybetî di sala 2018’an de dema ku Kanada rayedarekî şirketa telekomê ya Çînê Huawei girt û Çînê du welatiyên Kanadayî xist girtîgehê xirab bûbû. Tevî berdana her sê kesan jî alozî bi dawî nebû.

Çîn, her wiha rexne li Kanadayê dike ku di xeta siyaseta Washingtonê de li dijî çînê tevdigere. Di heman demê de Kanada Çînê bi destwerdana di karûbarên navxweyî de sûcdar dike. Çîn bi taybetî bi destwerdana hilbijartinên 2019 û 2021’an yên Kanadayê tê sûcdarkirin.