Hem li bakurê Kurdistanê û hem jî li rojavayê Kurdistanê dewleta tirk bi çavsorî êrîşî berhemên dîrokî yên gelên Kurdistanê dike. Li hêlekê bi navê ‘restorasyonê’ Keleha Wanê tune dike û li Efrînê jî gundê Beradê ku di lîsteya mîrateyên cîhanê ya UNESCO’yê de ye, berhemên dîrokî di dize û yên ku nekare bidize jî dirûxîne

Dewleta tirk ji bo tunekirina bîra gelê kurd bi awayeke hovane êrîşî hemû herêm û cihên dîrokî yên kurdan dike. Ev êrîşkariya çavsor a li dijî dîroka gelê kurd ne tenê li bakurê Kurdistanê, li rojavayê Kurdistanê jî berdewame. Li hêlekê dewleta tirk bi navê ‘restorasyonê’ Keleha Wanê tune dike û li hêla din jî bi destê çeteyên xwe li Efrînê berhemên dîrokî dirûxîne, tune dike û yên ku dikare bibêje jî di dize.

Keleha Wanê ku 3 hezar sal berê ji hêla Ûrartûyan ve hatiye çêkirin, ji hêla Wezareta Turîzm û Çandê ya Tirkiyeyê ve bi hinceta ‘restorasyonê’ tê tunekirin. Ji ber xebatên ‘restorasyonê’ yên ku ev 20 salin berdewame, gelek ziyan gihaşt kelehê û taybentmendiya xwe ya dîrokî winda dike.

Şûnwarên kurdan ji bo xwe dihesibînin

Keleh ev 3 hezar sale li ser pêya ye lê dewleta tirk ku bi tunekirina dîrokê tê naskirin, bi çavsorî bi navê hincetên cuda vê berhema dîrokî tune dike. Weke ku tê zanîn bi sedan nivîsên Ûrartûyan, derence, rêya kelehê û avanî beriya darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê û piştî wê bi navê ‘kolandinê’ hatin tunekirin. Mizgeftên kurdan ên li Wanê û keleh jî ji hêla dewleta tirk ve weke berhemên selçûqî û osmaniyan tên nîşandan. Heta ku ev nêrîna dûrî aqilê mirovan Keleha Wanê ku xwedî dîrokekê 3 hezar salane, weke berhema selçûqî û osmaniyan nîşan dide.

‘Weke ku kurd û ermen nebûne tevdigerin’

Der barê mijarê de serokê Komeleya Parastinê ya Hawîrdora Wanê û Berhemên Dîrokî Alî Kalçik ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî û diyar kir ku beriya 12’ê Îlonê û piştî wê di serî de Keleha Wanê, dewlet dixwaze ku hemû berhemên dîrokî tune bike. Kalçik anî ziman ku hişmendiya 12’ê Îlonê û ya niha hemane û wiha pê de çû: “Hemû berhemên dîrokî weke yên selçûqî û osmaniyan nîşan didin. Weke ku kurd û ermen li vir qet nebûne, tevdigerin.”

Dîroka gelan tune dikin

Kalçik daxuyand ku ev bi temamî encama polîtîkayên îmha, înkar û asîmîlasyonê ye û ev nirxandin kir: “Bi vê polîtîkaya dewletê dîroka herêmê bi osmanî û selçûqiyan didin destpêkirin. Dixwazin şopên kurd û ermenan tune bikin. Ev jî tê wateya tunekirina dîroka van gelan û komkujiya dîrokê.”

Kanê keleha 10 sal berê?

Welatiya bi navê Nazan Erîş ku ji bo serdanê hatibû kelehê jî got ku keleha ku 10 sal berê dîtî û ya niha ne wekhevin û wiha axivî: “Raçînka dîrokî ya kelehê bi temamî hatiye tunekirin. Dema mirov derdikeve kelehê, di her pêngavekê de teqez raçîneke dîrokî hebû. Li ser her kevirekî nivîsên ûrartûyan hebûn û bi sedan derence hebûn. Lê niha ne derence û ne jî nivîs mane. Li şûna wan pêpelûkên betonî û kevirên serdema me hene.”

Şahidê hovîtiyê di axive

Di heman demê de dewleta tirk li kantona Efrînê jî heman barbariyê li ser şûnwarên dîrokî yên gelên herêmê dike. Têkildarî rûxandin û diziya dewleta tirk a li gundê Berad ê Şêrawa ya Efrînê ku cihekê pir dîrokî tê zanîn, welatiyê bi navê Selah Kênco ku demek berê ji ber kiryarên dewleta tirk ji herêmê koçberî Kantona Şehbayê bû ji nûçegihanên ANHA’yê bi Cafer Cafo re axivî.

Banga rawestandina rûxandinê li cîhanê kir

Selah Kênco diyar kir ku dewleta tirk alavên pêşketî yên keşfkrina berhemên dîrokî ji komên çeteyan re şandine û ev çeteye jî hemû herêman dikolin. Kênco diyar kir ku komên çete her tiştî dirûxînin û wiha domand: “Ez bang li hemû rêxistinên navneteweyî dikim ku sînorekî ji van zêdegaviyên dewleta tirk re deynin.

Dîroka gundê Beradê
Gundê Beradê bi şûnwarên xwe yên dîrokî tê zanîn. Li gund gora keşeyê suryan ê di serdema duduyan ‘Mar Marûm’ heye. Ev gor di sala 2010’an de bûbû meqseda bi hezaran xiristiyanan. Bi taybet jî piştî avakirina ‘Dêra Jolyanos’ ji aliyê serokê Lubnanê Michel Ewin ve. Lê li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê, dewleta tirk û çeteyên wê ev gor rûxandine. Di heman demê de li gundê Beradê bi dehan birc û dêrên ku xwe dispêrin serdemên Roma û Mîtaniyan hene. Gundê Beradê di heman demê de di lîsteya mîrateyên cîhanê ya UNESCO’yê de cih digire.