QAMIŞLO – Berdevkê fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd di Kongreya Duyemîn a Ciwanên Rojava de axivî û got: “Dema em dibêjin şoreş, hema ciwan têne bîra mirov. Şoreşa me bi ciwanan destpê kir. Ciwan li hember hemû êrîşên derûnî û çapemenî û hwd li berxwe dan. Di destpêka şoreşê de karîn parastina herêmên xwe bikin. Ciwan bingeha avakirina saziyên leşkerî weke YPG û YPJ’ê ne.”

Her wiha Mehmûd tekez kir ku yên li Serêkaniyê ji girûpên tundrew û Kobanê parastin ciwan bûn. Hizira xweparastinê hizira ciwanan bû. Da ku karibin xetek parastinê ya xurt ku nayê şikandin ava bikin.

Mehmûd wiha li gotinên xwe zêde kir: “Hemû hêzên navdewletî hesabê DAIŞ’ê dikin. Lê ciwanên Rojava û Bakurê Sûriyê li dijî wan sekinin û herêm ji wan rizgar kir.”

Di berdewama gotinên xwe de Mehmûd destnîşan kir ku êrîşên dewleta Tirk li dijî herêmê berdewamkirina projeya DAIŞ’ê ya têkbirina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û wiha got: “Hêza me heye ku em bersiva hemû êrîşên ku gelê me dikin hedef bidin.”

Di dawiya gotinên xwe de Nûrî Mehmûd got: “Divê kongre ji êrîşên dewleta Tirk a faşîst bibe berîsv. Divê hemû ciwan xwe birêxistin bikin û parastina Sûriyê ji dagirkeriya Tirk bikin. Ev erka her ciwanekê/î ye. Li ser vê bingehê em kongreyê li gel, YPG, YPJ, û QSD’ê pîroz dikin û bi hêvîne serkeftin para gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê be.”

Ji aliyê xwe fermendara YPJ’ê Sema Sarya axivî û kongre li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hemû ciwanên Rojhilata Navîn pîroz kir û got: “Em weke hêzên leşkerî ji ciwanan pêk tên. Ê ku li berxwe dide û bi ser dikeve ciwan in. Serkeftina ciwanan bi saya felsefeya Ocalan pêk tê.”

Sarya banga rêxistinkirinê li ciwanan kir û wiha domand: “Ji destpêka Şoreşa Sûriyê ve me bi dehan rêhevalên xwe ji bo rizgarkirina gel winda kir. Ji bo serkeftinê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê ciwan bêtir li berxwe bidin.”

Di berdewama gotinên xwe de Sarya destnîşan kir ku ji bo rizgariya Efrînê û azadiya Ocalan divê ciwan xwe amade bikin. Ji ber ku êrîşên îro li dijî herêmê êrîşek navdewletî ye, ne tenê bi çekan êrîşî herêmê dikin lê belê bi hemû şêwazan hewl didin vîna gelê herêmê têk bibin.

Di dawiyê de Sema Sarya bang li hemû ciwanên Kurdistanê û cîhanê kir ku tev li şoreşa azadiya gelan bibin û li berxwe bidin û wiha domand: “Em tekez dikin ku têkoşîna me berdewam e, em soz didin gelê xwe ku em berisva hemû êrîşên faşîsmeyê yên li dijî gelê Rojhilat û Bakurê Sûriyê bidin.”

Piştî axaftinan, senevîzyoneke li ser têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rola ciwanan di şoreşê de hate nîşandan.

ANHA