Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr û namzetên hevşaredariyê Hişar Osal û Nûrcan Alturk bang li Şirnexiyan kirin ku roja Yekşemê xwedî li sindoqan derkevin.

Gelên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, ji bo hilbijartinên xwecihî wê îro biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Li dijî dek û dolabên AKP’ê ku di hilbijartinên beriya niha de gelek caran kir, HDP’iyan bang li gelê Kurd kirin ku xwedî li sindoqan derkeve. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr û namzetên hevşaredariyê Hişar Osal û Nûrcan Alturk ji Şirnexiyan xwestin, li dijî polîtîkayên talanker ên AKP’ê hişyar bin.

Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Îmîr diyar kir, ew bi coş û kelecanî gelê Kurd silav dikin û got, “Em ê bi tifaq û hevkariya bi gelê Şirnexê re dawî li polîtîkaya tecrîd û dorpêçiyê bînin. Em ê bi hev re pêvajoyeke nû ava bikin. Serketin a gelê me ye. Bi piştgiriya endamên partiya xwe û gelê xwe, di karê hilbijartinê de çi ji destê me hat me kir. Kolan bi kolan, gund bi gund, tax bi tax em geriyan, me kar kir. 31’ê Adarê em ê encama vî karê xwe bibînin. Gelê me her tim diyar kir ku wê xwedî li îradeya xwe derkeve. Destnîşan dike ku wê dagirkerî û tecrîdê qebûl neke. Em heta dawiyê bi gelê xwe piştrast in.”

‘EM Ê ŞAREDARIYÊN HATINE DESTESERKIRIN WERBIGIRIN’

Îmîr anî ziman, li Şirnexê armanca wan bidestxistina şaredariya bajêr û 7 navçeyên Şirnexê ye û got, “Ji bo em li gelemperiya Şirnexê paşeroja xwe ava bikin em ê bibin xelek. Em ê şaredariyên xwe hemûyan ên ji aliyê qeyûman ve hatin desteserkirin werbigirin. Şaredariyên ku berê ne di destê me de bûn em ê wan jî li vê serketina xwe zêde bikin. Em ê vê mizgîniyê êvara 31’ê Adarê bidin gelê xwe.”

Namzetên HDP’ê yên ji bo Hevşaredariya Şirnexê Nûrcan Alturk jî bang li Şirnexiyan kir û got, “Bila gelê me 31’ê Adarê dengê xwe bide. Bila xwedî li îradeya xwe derkevin. Bi ti awayî divê ji ber sindoqan neçin. Bila li ber dibistanan bisekinin û neyên provokasyonan. Em li bendê ne ku mirovên me li dijî hîleyên hilbijartinê bi hişyarî tevbigerin. Em dixwazin raporên li ser encamên jimartinê yên îmzekirî werbigirin û radestî navenda agahiyê ya partiya me bikin. Şirnex a me ye, serketin a me ye.”

‘DIVÊ GELÊ ME BI DEREWAN NEXAPE’

Namzet Hişar Osal jî diyar kir, qeyûm 3 sal in Şaredariya Şirnexê bi rê ve dibe, lê belê wan ti fêde jê nedîtine. Osal got, “Yên ku niha li hemberî me namzet in, ew kes in ku 3 sal in li Şirnexê desthilatdar in. Dewlemendiyên me hemû ji vir birin metropolan û ji bo xwe bi kar anîn. Ji bilî xapandinê tiştek ji bo gelê me nekirin. Em ji gelê xwe dixwazin ku êdî bi wan nexape. Bila guh nede derewkaran.”