Serokê Akademiya Siyaset û Hizrê Demokrasî Dr. Fayîq Gulpî diyar kir ku ancax sîstema Konfederalîzma Demokratîk pirsgirêkên Kerkûkê û herêmên nakokî li ser hene çareser bike û got, “Piştî 16’ê Cotmehê Rêveberiya Başûrê Kurdistanê rûmata xwe ya siyasî û leşkerî ji dest da. Sîstema siyasî ya Başûr ne di wê hêzê û eqliyetêde ye ku pirsgirêka Kurd li herêmên nakokî li ser hene çareser bike.”

Serokê Akademiya Siyaset û Hizrê Demokrasî Dr. Fayîq Gulpî pirsên derbarê sedema pêk hatina bûyerên 16’ê Cotmeha 2017’an û encamên wê, rêyên çareserkirina pirsgirêkên li herêmên nakokî li ser hene (Madeya 140) û bi taybet jî Kerkûkê bersivand û nirxandinên girîng kir.

Salek li ser bûyerên 16’ê Cotmehê re derbas bû, bi baweriya we sedema pêkhatina 16’ê Cotmehê çi bû?

Sedemên ku çavkaniya xwe ji Herêma Kurdistanê û ji Iraqê digirtin ku pêşî li pêk hatina 16’ê Cotmehê vekir, hene. Sedemên ku çavkaniya xwe ji Kurdistaniyan digirt ew bû ku mixabin çandek li Başûrê Kurdistanê heye, di dema şer de qadê terk dikin û direvin. Vêya jî zehf asayî dibînin. Nimûneya vêya di sala 2014’an de die terk kirina Şengalê de hate dîtin. Ev jî çandeke zehf xirab e. Xala duyemîn jî ewe ku ji ber nakokî û aloziyên di navbera aliyên siyasî, diçin hêzên leşkerî yên welatekî din dixin nava Herêma Kurdistanê. Li Kerkûkê hinek nakokî hebûn, nakokî di navbera YNK û PDK’ê de hebû. Lê di rastiyê de Kerkûk cihê alîgirên YNK’ê ye. Lê PDK, hewl dida bandora xwe li Kerkûkê zêde bike û di nava YNK’ê bixwe de jî nakokî hebûn. Parêzgerê (Walî) Kerkûkê ku endamê Mekteba Siyasî ya YNK’ê bû ji YNK’ê hêrs bûbû.

-Sedemên ku çavkaniya xwe ji hikûmeta Iraqê digirt çi bû?

Sedema yekemîn ewe ku li gorî madeya 140 a qanûnên Iraqê Kerkûk herêmeke dikeve nava herêmên nakokî li ser heye, divê ji aliyê Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêmê ve hatiba rêvebirin, heya madeya 140 hate pêkanîn. Lê hikûmeta Iraqê her timî fikiriye ku vegere Kerkûkê. Sedema duyemîn jî referandûm bû. Me dît ku referandûm li Kerkûk û herêmên nakokî li ser hene çêbû. Piranî jî daxwaza serxwebûnê kirin. Ev jî ji aliyê Iraq, Îran û Tirkiyê ve ne hate hezim kirin. Ev jî ji bo Iraqê bû derfetek baş. Bexda nakokîyên di navbera YNK û PDK’ê de kûr kir û bi erêkirina Amerîka êrîş van herêman kir.

-Têgotin yek ji sedema sereke ya pêkhatina bûyerên 16’ê Cotmehê referandûm bû. Piştî 16’ê Cotmehê jî encamên referandûmê hatin betalkirin. Hun vêya çawa dinirxînin?

Referandûm rêbazeke demokratîke ku dikare ji bo her tiştek were kirin. Referandûma Herêma Kurdistanê ji bo serbixweyî hate kirin. Lê, piraniya gel wê demê digot, ne dema referandûmêye, jii ber Herêma Kurdistanê yekgirtî nebû, hêzeke wê ya leşkerî nebû, hûkmeke medenî û qanûnî nebû. Her wiha di asta Iraq, herêm û cîhan de jî kar ji bo wê ne hatibû kirin û amadekarî nebû. Lê tevî vê yekê jî hate kirin û Kerkûk ji dest hate dayîn. Piştî wê jî encama referandûmê hate betalkirin. Aliyekî siyasî vêya sipart referandûmê û herçend sextekarî hatibe kirin jî dengê xwe di hilbijartinê de zêde kir. Lê pirsgirêka me ewe ku gelê me di vê mijarê de hişyar nîne. Diviyabû berovajî ba, diviyabû gel van hêzan di hilbijartinê de cezakiriba. Lê em dibînin ev hêz hê jî li pêş in.

-Piştî 16’ê Cotmehê Kurd çi bidest xist, çi ji dest da?

Rûmata xwe ya siyasî û leşkerî ji dest da. Ji ber pirsgirêkên navxweyî û hizbî, komikên di nava hizbekî de, hişt ku hêzên Iraqê bînin Kerkûkê. Niha gelê Kerkûkê tev nerazîne. Bi dehan Kurd li Kerkûkê ji karê xwe hatin dûr xistin. Ev jî weke biçûkxistineke mezin e. Kerkûk ku bajarekî Kurdistaniye, niha ji aliyê kesek ji pêkhateya Ereb ve tê birêvebirin. Beşek ji YNK’ê jî beşdarî wê bûn ku hêzên Iraqî bikevin Kerkûkê, niha tev ji dest çû. Lê ya herî girîng jî ewe ku gel li hember van siyasetên şaş, hişyar be.

-Hun helwesta siyasî ya partiyên Başûrê Kurdistanê piştî 16’ê Cotmehê çawa dibînin?

Helwestên cûda hene. Helwesta YNK û PDK zehf cûdaye. Helwesta PDK’ê ewe ku 16’ê Cotmehê weke xiyaneteke mezin a netewî dinirxîne. Lê eger em hinek li ser mijarê kûr bibin, em ê bibînin ku yên hatin Kerkûkê kontrolkirin Firqeya (tûmen) Altûnî ya Iraqê bû ku PDK’yiyek fermandariya wî dikir. Lê ew jî (PDK) şer nekirin. Di nava YNK’ê de jî beşa ku nêzî malbata Talabanî vêya weke tişteke asayî didîtin. Lê hinek endamên rêveberî û mekteba siyasî ya YNK’ê jî berovajiyê wê dibêjin, pêwîst bû ne wisaba û vêya weke xiyanetê dibînin. Aliyên din yên siyasî jî xwedî helwesteke cidî ya zelal nebûn. Li gorî berjewendiyên xwe diaxivin, ne ku li gorî berjewendiyên gel.

-Çima partiyên Başûrê Kurdistanê piştî bûyerên 16’ê Cotmehê nebûn xwedî helwesteke hevpar û yekîtiya xwe pêk ne anîn?

Ev partî ne ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hatine damezrandin. Ji bo wê hatine damezrandin ku bibin desthilatdar. Dixwazin ew derfetên rêveberiyê yên hene ji bo xwe, malbat û xizmên xwe bikarbînin. Weke nimûne PDK sala borî referadûm kir, salek li ser re derbas nebû, di meha Gulanê de bi coş beşdarî hilbijartinên parlementoya Iraqê bû û şer li ser hinek meqamên hikûmeta Iraqê kir. Ji bo wan a girîng desthilatiya wan zêde bibe, ne ku pirsgirêka Kurd çareser bikin.

-Di dema referandûmê de hate dîtin ku Iraq, Tirkiye û Îran gef li Herêma Kurdistanê xwarin. Li dijî herêm gavên hevbeş avêtin. Lê em dibînin helwesta Kurdan ne yekgirtiye. Li gorî nêrîna we ev parçebûn bandoreke çawa li ser çareserkirina pirsgirêka Kurd dike?

Ev tê wê wateyê ku yekîtiya netewî di nava hêzên Kurdistanê de nîne. Lê dagirker, yekîtiya dagirkerên Kurdistanê pêk anîne. Kurd çiqas yek be wê hêza wê ewqase zêde bibe. Welatên cîran û yên cîhanî jî Kurdên yekgirtî zêdetir cidî digirin û hesap dikin. Lê mixabin ev hêzên me ne netewîne. Dikarim bêjim ku beşek ji siyaseta hêzên Başûrê Kurdistanê ji aliyê welatên dagirker ve tên birêvebirin. Yanî berê jî niha jî siyaseteke wisa şaş çêbûye ku siyaseteke serbixwe nîne. Hem ne netewîne, hem jî desthilatxwazin. Biryarên siyasî yên van hêzên Başûrê Kurdistanê piranî ne bixwe didin, ji aliyê derve tên dayîn. Ji ber vê hevnagirin. Ev jî dibe sedem ku doza Kurd paş bikeve.

-Hun rewşa herêmên nakokî li ser hene ya piştî 16’ê Cotmehê şûnde çawa dibînin, bi dîtina we divê Kurd ji bo çareseriyê çi bikin?

Sîstema Rêveberiya Herêma Kurdistanê sîstemeke desthilatdariya hizbî ya malbatî ye, ne netewî ye, ne demokratîk, ne jî mirovahiye. Ev sîstem û fikrê heyî ji bo çareserkirina pirsgirêkên gelê Kurd li herêmên nakokî li ser hene, ne xwedî hêza çareseriyêye. Demek dirêj Kerkûk di destê Kurdan debû, parêzger Kurd bû, serokê asayiş û polîs Kurd bû. Lê, du siyasetên şaş yên mezin kirin. Ya yekem di nava xwede netewî nebûn, weke nimûne du asayîş hebû. Bêyku şerm bikin, dihatin pêş televîzyonan û digotin, asayişa PDK’ê û asayişa YNK’ê.

‘Li hember pêkhateyên din ne demokratîk bûn’

Şaşitiya du ew bû ku li hember pêkhateyên din demokratîk nebûn. Weke nimûne ala Herêma Kurdistanê li Kerkûkê daliqandin. Lê dema ew al danîn, diviyabû hesabê pêkhateyên Tirkmen û Ereban jî bikin. Ya baş ewe ku aleke taybet li Kerkûkê hebe ku hemû pêkhateyan himbêz bike. Ji ber vê ev sîstema rêveberiyê hizbiye û li hember gelên din jî ne demokratîk e. Ev jî pirsgirêkan çareser nake.

‘Konfederalîzma demokratîk dikare pirsgirêkan çareser bike’

Nimûneyeke me ya baş li Rojavayê Kurdistanê heye. Sîstemeke nû ya bi navê konfederalîzma demokratîk avakirin e. Bi baweriya min sîstemek çareseriyê ya herî başe ji bo herêmên nakokî li ser hene. Dikare bi awayeke herî baş pirsgirêkên herêmê çareser bike. Di rêveberiyê de Kurd, Ereb, Tirkmen, Asûrî û Sûryanî dikarin cih bigirin û li gorî van pêkhateyan were rêvebirin. Sîstema Konfederalîzma Demokratîk li gorî pêkhateyane, ne li gorî neteweya serwer û jêr deste.