Wezîrê Karên Derve Mîke Pompeo agahî da Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoyê û îdîa kir ku Koreya Bakur karê xwe yê ji bo hilberandina madeyên nukleerî didomîne.

Ji bo pirsa “Koreya Bakur hîn jî bernameya xwe ya nukleerî didomîne yan na?” Pompeo destnîşan kir ku wê di rûniştinê de bersivê nede vê mijarê.

Pompeo li ser peyman û têkiliyên du alî yên 12’ê Hezîranê li Sîngapûrê di navbera Serokê DYA Donald Trûmp û lîderê Koreya Bakur Kîm Jon-ûn ve pêk hat, erênî dît. Pompeo ji bo fikara senatorekî ku got ‘Koreya Bakur DYA xapandiye?’, Pompeo bersiva “tiştekî ku mirov jê bitirse nîne” da.

Lê belê Pompeo îdîa kir ku li Koreya Bakur hîn jî materyalên nukleerî tên hilberandin.