Di demeke wiha de ku di navbeyna rêveberiya Washîngton û Çînê de rageşî zêde bûye, rêxistineke Misilman ji lîsteya terorê hate derxistin.

Wezîrê Karê Derve Mîke Pompeo ragihand ku ew êdî Etîmê (Tevgera Îslamî ya Rojhilatê Tirkistanê) weke ‘rêxistina terorê’  nabînin. Ev biryar di Rojnameya Fermî ya Emerîkayê de weşiya.

Berdevkê Wezaretê got, ”Etîm ji lîsteyê hate derxistin ji ber ku ev ji deh salan zêdetir ti delîl nînin ku hebûna wê destnîşan bikin.”

Rêveberiya George W. Bush ev kom 2004’an dema ku hewl dida ku Çînê tevlî polîtîkaya ‘şerê dijî terorê’ bike kiribû nav lîsteya reş.

Pekîn Etîmê bi wê tawanbar dike ku êrîşan tîne ser herêma xweser a Sîncanê ku koma etnîk Uygur lê dijîn.