Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ibrahîm El-Qeftan, di hevdîtineke xwe de li gel ajansa me ANHA‘yê geşedanên dawî li Sûriyê, dosyaya Idlibê girêdayî wê herêmên “Bêçek” û gefên Tirkiyê yên li ser Sûriyê nirxand.

‘Çareserî bi destûreke nû pêkan e’

Ibarhîm El-Qeftan, destnîşan kir ku, rastiya bûyerên ku li Idlibê rû dide, delîlê bê îstiqrariya herêmê ye û wiha domand:

“Tirkiyê naxwaze Idlib aramî bibe û çareserî li giştî Sûriyê pêk were. Li aliyekî din jî xema Rûsya berjewendiyên wê ne, lewra dixwaze temenê aloziyê dirêj bibe da ku serkeftinên mezintir bi dest bixe. Heger Rûsya bi rastî bixwaze çareseriyeke ciddî pêk were, wê çareserî mumkin be. Me jî ji aliyê xwe ve gelek çareserî pêşniyar kirine. Yek ji wan jî hunandina destureke nû ji bo Sûriyêye. Bêyî destura nû wê ti guhertinên nû di dosyaya Sûriyê de çênebin, wê çareserî jî pêk neyê. Ji ber ku aloziya Sûriyê, wekî ku Tirkiyê îdia dike ne ji sedemên nakokiyên olî, mezhebî an jî etnîkî ne. Lê belê nakokî li ser mekanîzmeya pêkanîna destûrê ye. Sûriye destureke xwe heye, lê bendên wê çawa têne pêkanîn e? Destûr tenê bi nav heye lê di aliyê piratîkî de hêzên ewlekariyê û istîxbarat dest di giştî karûbarên Sûriyê wer didin. Ne destur û ne jî qanûn pêk nayên. Lewra li gelemperiya Sûriyê serhildan li dar ketin û banga azadî û guhertinê hatin kirin.”

El-Qeftan anî ziman ku pirsgirêka Sûriyê ne pirsgirêkeke nû ye, lê belê pirsgirêkeke ji beriya 50 salan ve tê jiyankirin, ango bi destpêka serweriya hikûmê Partiya Baas û ev tişt got: “Gava duyemîn a ku alozî kurtir kir ew bu ku rejîma Baas rola hin partiyan îbtal kir û li şûna wan hin partiyên din ên wekî Eniya Demokratîk û Eniya Niştimanî ava kir. Ev partî rûyekî din ê Partiya Baas e. Lewra pêwîstî bi çareseriyeke bingehîn heye. Heger rêjîma Sûriyê û Rûsya bi rastî çareseriyê dixwazin divê li sedema pirsgirêkê vegerin. Sedema pirsgirêkê ne girêdayî şexsekî, an netewekî yan jî civakî ye. Wekî tê zanîn civaka Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe ji beriya salan ve bi hev re jiyan dikin û nakokî û şer di navbera wan de tine bu. Heger di demên dawî de, şerên navxweyî derketibe jî, sedama vê yekê mudaxeleyên derve ne. Di serî de Tirkiyê ye ku hewl dide her cure jehr di nava civaka Sûriyê de belav bibe, li aliyekî din jî destwerdana Îranê aloziya Sûriyê kurtir kir. Tirkiyê destekê dide qutbê Sunî û Îran jî destekê dide qutbê elewî. Ev herdu jî aloziyê kurtir dikin. Pirsgirêka sereke ne gelê Sûriyê ye, lê belê pirsgirêk destûr e û mekanîzmeya pêkanîna wê, lewra divê guhertineke di desturê de were kirin.”

Divê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hunandina destûrê de cih bigirie

Derbarê hûnandina destura nû Ibarhîm El-Qeftan anî ziman ku bêyî danûstandinên navxweyî û beşdarkirina hemû pêkhateyên Sûriyê bi taybet nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di forma destûra nû de alozî ne pêkane û ev tişt got: “Ji ber ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dirêjahiya şoreş û aloziyê de xwediyên aştî û demokrasiyê ne, ji bo tinekirina terorê fedekarî kirin û herêm rizgar kirin.”

Girêdayî danûstandinên bi rêjîma Sûriyê re El-Qeftan got: “Di demên dawî de rêjîma Sûriyê şandeyek ji Bakurê Sûriyê vexwend danûstandinan, li ser vê esasî şande serdana Şamê kir, der barê hûnandina destûra nû û gelek mijarên din de nêrînên me hebûn. Di mijarên wezaretan û yekitiya xaka Sûriyê de jî nêrînên wan hebûn, em jî bi vê yekê bawer in û em tekez dikin ku em Sûriyeke pirreng, yekbûyî û ne navendî dixwazin, lê mixabin ji aliyê rêjîmê ve ev ciddiyet nehat nîşandan. Li aliyekî din rayedarên rêjîmê li şûna ku xebateke hevpar ji bo qewetanadina dagirkeriya Tirkiyê û çareseriyeke bi riya danûstandinên navxweyî pêk bînin zimanê gefê bi kar tînin.”

Tifaqa “Herêma Bêçek” herêmê parçe dike

El-Qeftan bal kişand li ser tifaqa “Herêma Bêçek” ya di navbera Rûsya û Tirkiyê de û destnîşan kir ku ev tifaq di bingehê xwe aloziyê çareser nake, lê belê rê li ber parçekirinê vedike. Tirkiyê bi riya vê tifaqê hewl dide hebûna xwe û ya çeteyên xwe li Sûriyê mayînde bike, da ku li gorî xwe tevgerê bikin û aloziyê bidomînin.”

El-Qeftan got: “Em wekî Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, wekî Partiya Pêşerojê ya Sûriyê armanca me yekitiya xaka Sûriyê ye. Careke din em teqezî li ser çareseriya siyasî dikin, ji ber ku hilbijêra leşkerî çareseriyê pêk nayîne. Piraniya herêmên ku çeteyan û ji Tirkiyê hatin rizgarkirin êdî şer lê tineye, ji bilî herêmên ku ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin wekî Efrîn Idlib û hwd.”

Gefên Tirkiyê tevlihevî çêkirine

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ibrahîm El-Qeftan der barê gefên Tirkiyê yên li ser hêrêmên Bakurê Sûriyê de, bi taybet herêma Minbicê wiha axifî: “Tirkiyê hîna xewnên xwe xêz dike. Tirkiyê bi nexşerêya Amerîkî ya derbarê Minbicê û herêmên din dixwaze vê yekê xewna xwe bi cih bîne. Lê heya niha em ti daxuyaniyên Amerîka yên li ser vê mijarê me nedîtîne. Ev yek jî îdiayên derew ên Tirkiyê diyar dike. Gefxwarinên Tirkiyê hewldaneke derxistina tevliheviyê ye. Dixwazin di bajarê ku hatiye azadkirin de û biratî û aştî lê heye, di heman demê de ku xwe bi xwe bi rengekî de demokratîk xwe bi rêve dibe, tevlihevî derbixin.”

ANHA